YPJ’ê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan bi bîr anîn

Bi dehan şervanên YPJ'ê, şehîdên avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Silava û şehîd Bêrîvan bi merasîmeke leşkerî bi bîr anîn.  

YPJ’ê şehîd Silava û şehîd Bêrîvan bi bîr anîn
28 gulan, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed di merasîma bîranînê de xîtabî şervanan kir û wiha got: “Îro salvegera şehadeta şehîd Bêrîvan û şehîd Silava ye. Ev heval şehîdên me yên destpêkê yên avakirina YPJ'ê ne. Em bi vê wesîleyê tevahî şehîdên xwe yê qehreman bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînîn.”

Newroz Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Ger em îro vê salvegerê bi bîr tînin, bi saya bi hezaran şehîdan e. Têkoşîna di şexsê Silava û Bêrîvan de derket pêş, bi welatparêziya jinên herêmê, ciwanan û bi gelê me xurttir bû. Ev têkoşîna ku di şexsê van jinên şoreşger ên Kurd de bi pêş ket, bi demê re bû malê tevahî jinan û pekhateyên herêmê yên Ereb, Çerkez, Suryan, Durzî, Ermenî û bû hêviya tevahî jinên cîhanê.”

Di merasîmê de xwişka şehîd Bêrîvan, Bêrîvan Efrîn jî axivî û got: “Heval Bêrîvan bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi rihê azadî û hezkirina welat xwe bi rêxistin kir. Zilm û jiyana bindest nepejiran û tev li nava YPJ'ê bû û bû şehîda welatê xwe.”

Bavê şehîd Silava, Şahîn Efrîn jî di merasîmê de wiha axivî: “Şehîd Silava zû rêya rastiyê nas kir û berê xwe da rêya têkoşînê. Germahiya wê ya hevaltiyê pir zêde bû û jiyana bindest nepejirand. Dizanibû ku ji bo vê axê rêya rast a rêber Apo û şehîdên azadiya Kurdistanê ne. Ji ber vê jî ez dibêjim şehîd namirin, şehîd namirin.”

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

ANHA        

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZFF8LuqwPJw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>