Belçîka ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê dê balafiran bişîne Urdunê

Wezîrê parastinê ya Belçîkayê diyar kir ku ew ê 4 balafirên şer ên F16 bişînin Urdunê ji bo beşdarbûna operasyonên li dijî DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê.

Belçîka ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê dê balafiran bişîne Urdunê
28 gulan, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Brussels Times destnîşan kir ku wezîrê parastinê ya Belçîkayê Philippe Goffin li pêşiya Komîteya Parastinê ya Parlemana Federal daxuyand ku ew hêvîdar e beriya meha Tîrmehê biryara der barê şandina 4 balafirên F16 de, were dayîn.    

Philippe Goffin diyar kir ku balafirên F16 li gel 95 leşkeran di destpêka meha Cotmehê de dê li Urdunê bên belavkirin û dê salekê li wir bimînin.