Balafira sîxûrî ya Tirkiyê gundekî ser bi Silêmaniyê bombebaran kir

Balafireke sîxûrî ya dewleta Tirk a dagirker gundê Sefrê ya girêdayî bajaroka Mawat a ser bi Silêmaniyê bombebaran kir. Hate gotin balafira bêmirov a Tirk wesayîtek hedef girtiye û kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.

Balafira sîxûrî ya Tirkiyê gundekî ser bi Silêmaniyê bombebaran kir
27 gulan, 2020   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatiye girtin û qeymeqamê bajaroka Mawat a ser bi Silêmaniyê jî piştrast kiriye, şevê din di derdora saet 11.30’an de balafireke sîxûrî ya Tirk gundê Sefrê ya ser bi bajaroka Mawat a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatiye bidest xistin, balafira bê mirov wesayîtek û nexweşxaneya gund hedef girtiye û kesên di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.

Hinek dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê jî îddîa kirin wesayîta ku hatiye hedef girtin, ya gerîlayan bûye.

Wezareta Parastinê ya Tirk li xwe mikûr hat ku êrîşa dijî gundê Sefrê ya girêdayî Silêmaniyê balafira wan a sîxûrî pêkaniye.

Têkildarî encama êrîşê û kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ti daxuyaniyeke fermî ne hatiye dayîn.

Gundê Sefrê ser bi bajaroka Mawate û Mawat jî girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.

Têgotin îro heya saetên nîvro jî balafira sîxûrî ya Tirk li ser herêmê difirî.