SOHR: Li Idlibê polîsek û efserekî dewleta Tirk birîndar bûn

SHOR’ê piştrast kir ku ji ber teqîna îro ya li gundewarên Cisir Şixûr ê Idlibê, efserek û polîsekî hêzên artêşa Tirk birîndar bûne û rewşa yekî giran e.

SOHR: Li Idlibê polîsek û efserekî dewleta Tirk birîndar bûn
27 gulan, 2020   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku li derdora rêya M4 a Heleb-Laziqiyê ji aliyê herêma Xesaniyê ya gundewarên Cisir Şixûr ve teqîneke dijwar rû da. Teqînê wesayîtên hêzên dewlet Tirk a dagirker û wesayitên çeteyan kirin armanc.

SHOR`ê parve kir ku ji ber teqînê efserek û leşkerekî hêzên Tirk birîndar bûne, rewşa yekî ji wan giran e û ew rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê ya li navçeya Reyhaniye ya Lîwa Îskenderonê.

Di demekê de ku balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê herêmê digeriyan, depoyeke teqemeniyan a li Idliba teqiyabû û di encamê de 6 çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê hatibûn kuştin.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TXa9Q6brF-4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>