Daristanên Kobanê bi xeteriyên şewatan re rû bi rû ne

Li Kobanê daristan û rûberên daristanî bi xeteriyên şewatan, çêrandina bêserûber û qutkirina daran re rû bi rû ne. Li aliyek din Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê plan dike di vî warî de gelek gavan bavêje û rûberên keskahî biparêze.

Daristanên Kobanê bi xeteriyên şewatan re rû bi rû ne
27 gulan, 2020   04:48
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Bi hatina mewsima çinînê re, carek din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewat di nava zeviyên genim û ceh de çêbûn. Li gundewarê bajarê Kobanê gelek daristan û rûberên keskahî bi daran hatine çandin hene. Jê daristana Çiyayê Berkel a ku 6 hezar dar tê de hatine çandin. Daristana gundê Mîdan û Çiyayê Qoşlî yên ku ji 12 hezar dar pêk tên. Tevî rûberên keskahî li dora beravên çemê Firatê ji pira Qere Qozaq heya piştî bajarokê Rimêla.

Di vê dawiyê de Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya herêma Firatê bi hezaran dar li daristanên cuda li dora bajêr û gundên nêzî wî çandin. Mîna daristana Meşte Nûr a ku tê de derdora 3 hezar û 500 dar hatine çandin. Daristana Hêvî li gundê Xurxurî li rojavayê bajêr ku tê de 2 hezar û 100 dar hatine çandin. Daristana 4`ê Nîsanê tê de derdora 3 hezar dar hatine çandin. Daristana Şehîd Xabûr li nêzî rêya M4 di navbera Kobanê û Sirînê de tê de 900 dar hatine çandin û hîna xebatên çandina daran tê de berdewam in heya ku hejmara daran bigihêje 3 hezar û 500 daran.

Endezyar Arif Muslim karmendê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ji ANHA’yê re axivî. Muslim got: "Me erdên li dora daristana Çiyayê Berkel ajot ji bo ku wê ji şewatan biparêzin. Ji ber ku daristana herî zêde ku rastî şewatan tê. Em hewl didin dermanek giştî li dijî şînatiyên ku di biharê de şîn dibin û dibin sedema şewatan peyda bikin."

Muslim diyar kir ku rêveberiyê erkdarkirina nobetdaran di her daristanekê de ji bo ku werin parastin dinirxîne.

Di vê demê de mîna her sal şînatî di nav daristanên li dora bajarê Kobanê şîn dibin. Ew şînatî dibin sedema şewatan. Tevî wê jî rê li pêşiya çêrandina bê serûber û qutkirina daran vedike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bingehê de rûberên keskahî kêm in. Ji ber ku hikumeta Sûriyê berovajî herêmên berava Sûriyê û başûrê wê, herêm paşguh kiribû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JSYJ3y3DHOs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>