Dewleta Tirk 500 çeteyên sûrî  şand Lîbyayê

Şerê di navbera hikumeta Wîfaqê û Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de berdewam e. Dewleta Tirk karwanekî din ji çeteyên ji Sûriyê rêkirin Lîbyayê.

Dewleta Tirk 500 çeteyên sûrî  şand Lîbyayê
24 gulan, 2020   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk  500 çeteyên din şand Lîbyayê, da ku bi hikumeta Wîfaqê re li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bisekinin. Dewleta Tirk vê carê, çete rêkirin paytexeta Lîbayayê Terablûs.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku heta niha deh hezar û 100 çeteyên sûrî gihaştin Lîbyayê di heman demê de hejmara çeteyên gihaştin kampên Tirkiyê ku li wir perwerde bibin gihaşt 3 hezar û 400 çeteyî ye.

SOHR`ê piştrast kir ku di nava komên çeteyên derdora 200 zarokan heye, temenê wan di navbera 16 û 18 de ye û piraniya wan ji çeteyên Sultan Murad in.

(eh)

ANHA