Almanya: Zêdetirî sed DAIŞ`iyên pispor vegeriyan Almaniyayê

Wezareta Karê Derve ya Almanyayê destnîşan kir ku ji hezar çeteyên DAIŞ`ê yên ku çûn Sûriyê û Iraqê tenê derdora sed çete vegeriyan û ew jî pispor in.

Almanya: Zêdetirî sed DAIŞ`iyên pispor vegeriyan Almaniyayê
24 gulan, 2020   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Almanyayê ragihandin ku zêdetirî sed çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji Almanyayê hatine pispor in û perwerdekirî ne.

Berdevkê Wezareta Hundirîn a Almanyayê anî ziman ku date li ber dest hene ku heta niha zêdetirî sed kesên ku vegeriyan Almanyayê, li Sûriyê û Iraqê beşdarî şer bûne yan jî der barê vê yekê de perwerde dîtine.

Berdevk destnîşan kir ku ew kesnan hîna di lêpirsîna polîs û dozgeriyê de ne. Li gorî ajansa "DAB" hejmara haletên sûcdar çend dehek in.

(eh)