Li Qamişlo xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didome

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo sererastkirin û guhertina xetên kanalîzasyonê yên bajarê Qamişlo didomîne.

Li Qamişlo xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didome
Li Qamişlo xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didome
Li Qamişlo xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didome
Li Qamişlo xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonê didome
19 gulan, 2020   13:29
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo projeyên xwe yên nîva yekemîn a sala 2020`an de, berdewam dike. Ji wan paqijkirina çemê Ceqceqê, sererastkirina kanalîzasyonên kevn û rakirina çopê ji Navkurê  da ku ew der bikin daristan.

Şaredariya Gel dest bi sererastkirin û guhertina xetên kanalîzasyonê yên xeta Hîzam a bakurê bajarê Qamişlo kir. Xetên kanalîzasyonê yên vê derê rizî û ketibûn, di encamê dê av kom dibû û bêhna nexweş derdixist.

Dirêjahiya vê projeyê 80 m, kurahiya wê jî 3.5 û dê boriyên bi ferahiya 40 sm werin danîn.

Cîgirê Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Gabriyeêl Şemûn anî ziman ku ji ber xetên ava vexwarinê hene, xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyonan bi baldarî tên kirin.

Tê payîn ku ew ê hefteya bê proje bi dawî bibe.

Di heman çarçoveyê de Şaredariya Gel dest bi danîna xetên kanalazyonên di nava taxa Cudî (Qenat El-Siwês) a rojhilatê bajarê Qamişlo de kiriye, tê payîn ku ew ê boriyeke bi dirêjahiya 250 metreyan were danîn.

 (eh)

ANHA