​​​​​​​Heyva Sor a Kurd 40 hezar derziyên li dijî îltîhabê wergirt

40 hezar derziyên cefotaxime (Dijî îltîhabê) ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû. Heyva Sor a Kurd derman wergirt.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurd 40 hezar derziyên li dijî îltîhabê wergirt
19 gulan, 2020   13:42
QAMIŞLO

Kamyoneke madeyên tenduristiyê îro di dergehê sînor ê Sêmalkayê re  derbasî Rojava bû.

Kamyona madeyê tenduristiyê ya ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî herêmê bû bi 40 hezar derziyên li dijî îltîhabê barkiribû û ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtin.

Endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku dê derman li gorî pêwîstiyê li navendên Heyva Sor a Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bê pere li navendên tenduristiyê werin belavkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZlJfAa5zkSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>