Li Hesekê bazirganek alîkariyên xwarinê belav dike 

Li Hesekê bazirganek cara sêyem e ji destpêka biryara qedexeya derketina derve xwarinê belav dike.

Li Hesekê bazirganek alîkariyên xwarinê belav dike 
14 gulan, 2020   10:45
HESEKÊ

Ji dema biryara qedexeya derketina derve û mayîna kesên feqîr di mal de bê kar, gelek hewldanên alîkariyê ji aliya gel û bazirganan ve hatin kirin, ev yek girêdana civakî di navbera xelkên herêmê de dide xuyakirin.

Yek ji bazirganên sebzeyan Zahir Hemo li gorî derfetên xwe alîkariyê dide malbatên feqîr û bûye cara sêyem ku xwarinê li 700 malbetan belav dike.    

Ev cara dawîn jî bazirgan tûrên kartolan li her malbatekê belav kirin.

(ekîb)

ANHA