Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes li zarokan xwedî derdikeve

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes, xwedî li zarokan derdikeve û wan perwerde dike.

Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes li zarokan xwedî derdikeve
Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes li zarokan xwedî derdikeve
Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes li zarokan xwedî derdikeve
Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes li zarokan xwedî derdikeve
14 gulan, 2020   08:47
HELEB-SOLÎN REŞÎD

Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes bi hevkariya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Heyva Sor a Kurd, di 6’ê Gulanê de Mala Piştgiriya Sêwiyan li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vekir.

Mala Piştgiriya Sêwiyan zarokan  perwerde dike û mafên wan diparêze û behreyên wan bi pêş dixe. Li malê 4 zarok hene, yê herî biçûk 6 salî ye û yê mezin jî deh salî ye. Zarokên li malê bi pergaleke diyarkirî  roja xwe derbas dikin.

Mal ji du qatan pêk tê û du ode ji bo xewê ne û li gel vê yekê deh text tê de hene. Odeyek ji bo rahênan û çalakiyên perwerdeyê ye û hewşek jî ji bo zarok lê bilîzin.

Zarok her sibeh saet di 8:00`an de ji xew radibin, nîv saetekê sporê dikin, di demên diyar de xwarina xwe dixwin û paşê dest bi waneyên xwe dikin.

Komeleyê ji bo fêrkirina zarokan 3 mamoste diyar kirine; yek ji bo fêrkirina zimanê kurdî, yek ji bo fêrkirina zimanê erebî û yek jî ji bo waneyên xêzkarî û muzîkê.

Li mala sêwiyan dadikek heye û li xwedîkirina zarokan baldar e, li gel vê yekê her du rojan carekê zarok serê xwe dişon û cilên paqij li ber xwe dikin. Komele hefteyê du caran zarokan derdixe baxçeyan, li baxçeyan dilîzin û bi xelkê re didin û distînin.

Tê payîn ku ku hewşa malê ji bo lîstika zarokan were veqetandin û pêlîstokan lê deynin û derfetê bidin zarokan ku li dibistanan bixwînin.

Di vê çarçoveyê de endamê Komeleya Xwedîkirina Zarokên Bêkes Mistefa Sîdo got li taxê hewcedarî bi devereke ewle hebû û armanca wan ne tenê komkirina zarokan bû lê belê ji wê wirdetir armanca wan ew e ku behre û asta bîrdoziya zarokan  bi pêş bixin.

Mistefa Sîdo destnîşan kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe pêwîstiyên zarokan peyda bikin û bang li rêxistinên xêrxwaz kir ku destê alîkariyê dirêjî malê bikin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hem madî û hem manewî alîkariya komeleyê dikin û diyariyan didin zarokan.

(eh)