Xebatên Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê

Li gel şertên qedexeya derketina derve û girtina tedbîrên xweparastinê ji Koronavîrusê, Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê bê destheq xizmeta şêniyan dike. Bi taybet jî hemleyên aşlekirina zarokan.

Xebatên Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê
7 gulan, 2020   08:49
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê, li navçe û gundewarên wê navenda tekane ye. Ev navend girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ye.

Navend bê pere xizmeta şêniyan nike, tevî dayîna dermanan û aşlekirina zarokan. Ev jî lêçûna dermankirinê li ser şêniyan sivik dike. 

Navend ji gelek beşan û iyadetan pêk tê; beşa nexweşiyên hundirîn, jin, zarok, destwerdana lezgîn, leşmanya û dermanxane.

PLANSAZIYEKE TAYBET DI DEMA QEDEXEYÊ DE

Bi destpêkirina qedexeya derketina derve re, navendê plansaziyek taybet danî. Li gorî wê saetên pêşkêşkirina xizmetê zêde bûn, da ku qerebalix çênebe. Ji ber ku di encama qedexeyê de iyadetên taybet jî hatin girtin, navendê bi koordîneya Gerînendetiya Tenduristiyê ya Herêma Dêrikê bernameya nobetdariyê danî. Bijîşkên pispor ên navçeya Girkê Legê bi nobetdarî di navendê de nexweşan muayene dikin.

Her wiha xebatkarên taybet ên navendê; 15 bijîşkan û hemşîre nexweşan pêşwazî dikin.

HEMLEYÊN AŞLEKIRINÊ RANEWESTÎN

Berpirsên navendê diyar kir ku navendê xebatên aşlekirina zarokan ên asayî bê rawestan di dema qedexeyê de domand, ji ber ku ji zarokan re girîng in.

Rêveberiya navendê ji bo aşlekirina pitikên nûzayî heta salek û nîv, rojên duşem û sêşemê diyar kirin. Tevahiya aşleyên pêwîst di navendê de têne peydakirin.

Bijîşk Medya Berekat got: “Xebatên navendê yên bê pere, di asteke bilind de barê şêniyan sivik dikin. Bi taybet jî malbatên rewşa wan a aborî sînordar.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ykZMkF2nc58" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>