​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze

Zekeriya Remezan ê rûbereke baxçe daniye beşek mezin a pêwîstiyên bajar û gundewarên Minbicê ji sebzeyan peyda dike.

​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
​​​​​​​Bi hilberînên xwe rolek di peydakirina rêgeza xwetêrkirinê de dilîze
6 gulan, 2020   06:03
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Mîna herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Li bajarê Minbicê hawîrdoreke guncew ji bo çandina tevahiya cureyên sebze û  daran peyda dibe. Ji ber ku axa wê berhemdar e, av û hewaya guncew lê heye. Ev jî dihêle şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda bikin.

Ji ber buhabûna sebzeyan di hefteyên dawîn de şêniyên herêmê bi gilî û gazinc in.

Havîn lûtkeya hilberînê li herêmê ye. Hilberîn di biharê de kêm dibe û di zivistanê de tune ye. Ji ber wê biha bilind dibin.

Ger cotkar di zivistan  û biharê de bi rêbazên guncew sebze biçînin, êdî herêm ne bi hewcedarî ye ku sebzeyan ji derve bîne. Ji ber ku hilberîna herêmê rêgeza xwetêrkirinê peyda dike.

Cotkarê bi navê Zekeriya Remedan (40) gavên cidî di vî warî de davêje. Bi rêya baxçeyên ku çandine rolek di pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de li herêmê dilîze. Zeviyên Remedan beşek mezin ji sebzeyên pêwîst ji herêmê re peyda dikin.

Ev jî rolek di kêmkirina bihayên sebzeyan de dilîze. Bihayên sebzeyan dema ji derve bên anîn, lêçûnên anînê û gumirkê dikevin ser.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê Remedan tevî malbata xwe(7 endaman) li gundê El-Bastî bi 5 km li rojhilatê Minbicê bi cih bû. Di warê çandiniyê de pîşeya pêşiyên xwe kar kir.

Remedan her sal zeviyên çandiniyê ji şêniyên Minbicê kirî dike(100 hezar lîreyên Sûriyê ji her hiktarekê re). Rûberên fireh ji sebzeyan di hingaran de diçîne. Ev rêbaz dihêle hilberî ji çandin derve de zûtir bigihêje.

Remedan di biharê de dest bi çinîna hilberînên xwe dike, dema ku cotkarên din nû dest bi çandiniyê dikin. Di vê demê de sebze buha ne. Lewra hilberîna wî buhabûna sebzeyan dişkîne.

Beriya ku Remedan dest bi rêbaza hingaran bike, cotkarên Minbicê ev rêbaz bikar neanî bûn. Lê piştî wê hejmarek cotkar dest bikaranîna vê rêbazê kirin.

Bi vê şêwazê Remedan Remedan rolek di peydakirina pêdiviyên cotkarên herêmê ji şitlan dilîze. Remedan rûberên mezin ji şitlan diçîne û di biharê de şitlan li cotkaran belav dike da ku baxçeyên sebzeyan biçînin.

Remedan di 7 hiktaran de gelek cureyên sebzeyan diçîne jê bacanasor, bacanareş, îsot, kundir, fasûlî, bamî, baxtenîz, baqil, xes, tûzik, gulkelem û kelemî.

Rêwîtiya çandiniyê di destpêka meha Çileyê de ji her sal destpê dike. Remedan hingaran ava dike û dest bi çandina tovan dike. Di navîna biharê de hilberîn digihêje.

Remedan dibêje lêçûna her hiktarekê derdora 5 milyon lîreyên Sûriyê ye. Remedan bal kişand ser ku ev lêçûn bilind bûye ji ber ku nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolarê hilweşî ye. Di berê de lêçûna wê ne ewqas bû.

Remedan bi rêbaza çipikçipik bi rêya hilmijekê ku bi mazot dixebite sebzeyan av dide.

Saziya Çandiniyê ya Minbicê tevahiya hêsanan ji cotkaran re bi rêya ruxsetên çandiniyê pêşkêş dike. Her wiha ji ber xebatên Zekeriya Remedan saziyê hezar lître mazot wek diyarî bê pere jê re pêşkêş kir ji ber ku ji `Baştirîn cotkarên herêmê` ye.

Di dema qedexeya derketina derve de jî Remedan xebatên xwe domand jiber ku pêwîstiya herêmê bi sebzeyên ku di baxçeyên wî de zû digihêjin heye. xebatên Remedan sûd li şêniyan dikin.

Remedan beriya çend rojan dest bi teswîqkirina xiyar û kundir ji baxçeyên xwe ber bi sûkên bajêr ve kir. kîloya kundir bi 300 lîreyên Sûriyê û xiyar bi 400 lîreyên Sûriyê tên frotin.

(şx)

ANHA