Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin

Ruxmî belavbûna pandemiya Korona li cîhanê, rêxistinên tenduristî rewşa kampan paşguh dikin. Bi taybet kampên di kantona Hesekê de. Mudirê beşa awarte yê Heyva Sor a Kurd got: "Rêxistinan soza avakirina karantînayan  dan lê sozên xwe neanîn cih."

Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
Rêxistinên tenduristiyê rewşa kampa Holê paşguh dikin
6 gulan, 2020   05:30
HESEKÊ-COZA IBRAHÎM

Şewba Koronavîrusê (Covid-19) ku wekî pandemiya global hatiye ragihandin, her ku diçe belavtir dibe, rojane bi vê vîrusê li cîhanê bi hezaran mirov dimirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di du kesan li bajarê Hesekê de vîrusa Koronayê hatiye tesbîtkirin fikarên belavbûna vîrusê li kampan zêde dibe. Di nav de kampa Holê ya ku zêdetirî 40 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê de lê dimînin.

Heyva Sor a Kurd bi koordîneya Rêveberiya Kampa Holê gelek tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna virusê di kampê de girtin. Di vê çarçoveyê de hemleyên dezenfektekirinê didomin. Her wiha tîma agahdarkirin û heşyarkirinê ji vê nexweşiyê berdewam in.

Ji aliyekî din ve Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe yên sînordar amadekariyên xwe bilind kirin û hejmara tîmên di kampê de zêde kir.

Piştî du kes ji bajarê Hesekê bi Koronayê ketine pêwîstiya kampan bi xebatên tenduristiyê ji berê pirtir çêbû.

Têkildarî tedbîrên li dijî derketina Koronavîrusê di kampê de mudirê beşa rewşên awarte yê Heyva Sor a Kurd Raman Oso got: "Em hemleyên hişyarkirinê ji vê nexweşiyê di nav kampê de didin meşandin. Bi awayekî domdar kampê dezenfekte dikin. Her kesek ku derbasî nuqteya tenduristiyê dibe, test jê re tê çêkirin. Heta niha tu kes di nav kampê de virus venegirtiye."

SOZ PÊK NEHATIN

Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî warê tenduristiyê piştî belavbûna Koronavîrusê di cîhanê de ji Rêveberiya Kampê û  Heyva Sor a Kurd re destnîşan kirin ku wê nuqteyên tenduristiyê di nav kampê de ava bikin û derfetên tenduristiyê pêşkêş bike. Lê ruxmî derbasbûna mehan ev soz pêk nehatin.

Oso di vî warî de diyar kir ku rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî di nav kampê de rewşî paşguh dikin, destek nedan nuqteya tenduristiyê û karantînayan ava nekirin û got: "Heta niha tu karantîna di nav kampê de nehatiye avakirin. Rêxistinan soz dan ku ava bikin. Lê sozên xwe neanîn cih. Em sedemên wê paşguhkirinê jî nizanin."

XEBATÊN MEZIN DERFETÊN BESÎT

Ji bo parastina tenduristiya niştecihên kampê endamên Heyva Sor a Kurd di deriyê têketina kampê de, kesên derbasî kampê dibin û jê derdikevin test dikin. Di nav kampê de du kon li ber nuqteya tenduristiyê hatin avakirin. Kadroyek hate diyarkirin ji bo nexweşan fehis bike û germahiya wan bipîve. Ger nexweşek bi guman hebe ji bo ku wê/wî bikin karantînayê.

Raman Oso bal kişand ser ku di nexweşxaneya Kadoz de bi awayekî demkî 5 text hatiye amadekirin. Ji bo ku şêniyên nexweş pêşwazî bike. Heta ku rêxistinên tenduristî yên cîhanê karantînayekê ava dikin.

Oso îşaretpê kir ku  nuqteya Heyva Sor a Kurd beşa awarte ji bilî kilînkên rojane zêdetirî 450 nexweşan pêşwazî dike. Li gel van girtekan ger pandemî di nav kampê de belav bû tu derfet nîne ku nexweşî were kontrolkirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3i_MFsJEMhI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>