​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 4 şervanên li Eyn Îsayê şehîd bûbûn eşkere kirin

QSD’ê sicîlên 4 şervanên ku di berxwedana li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Eyn Îsa yên herêma Firatê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

​​​​​​​QSD’ê nasnameyên 4 şervanên li Eyn Îsayê şehîd bûbûn eşkere kirin
5 gulan, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê sicîlên 4 şervanên xwe ku şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Daxuyaniyî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, di êrişên xwe de tevahî cureyên çekên giran bi kar tînin, da ku valahiyekê di nava hêzên me de çêkin, yekser malên sivîlan hedef digirin û agirbestê bin pê dikin.

Di encama bersivdana şervanên me ya êrişa ku çeteyan li dijî gundewarên Eyn Îsayê pêk aniye de 4 hevrêyên me li rojhilatê gundewarên Eyn Îsayê gihaştin asta şehadetê.

Em wek QSD’ê soza didin şehîd û malbatên wan dê li ser rêça wan heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî û têkbirina terorê bimeşin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê Tevgerî: Dêrsim Aram
Nav û paşnav: Mehsa Ehmedî
Navê dayikê: Şerafet
Navê bav: Husên
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

******

Navê Tevgerî: Haron Amed
Nav û paşnav: Haron Ayçetîn
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Abdurehman
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

******

Navê Tevgerî: Kendal Koçer
Nav û paşnav: Mesûm Ogirler
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Qutbettîn
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

******

Navê Tevgerî: Mordem Colemêrg
Nav û paşnav: Mihemed Rislan
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Ednan
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 30’ê Nîsana 2020’an

(fr)