Ji bo ku agir bi zeviyan nekeve tedbîr têne girtin

Rêveberiya Çandiniyê ya Hesekê bi hatina dema çinînê re û bi armanca parastina berhemên çandiniyê gelek tedbîrên li dijî şewatan girtin.

Ji bo ku agir bi zeviyan nekeve tedbîr têne girtin
Ji bo ku agir bi zeviyan nekeve tedbîr têne girtin
Ji bo ku agir bi zeviyan nekeve tedbîr têne girtin
5 gulan, 2020   11:48
HESEKÊ – COZA ÎBRAHÎM

Piraniya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema çandiniyê weke çavkaniyeke sereke ji xwe re digirin. Lê di sala derbasbûyî de rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê bi zanebûn hate şewitandin.

Ji bo îsal wekî sala derbasbûyî nebe û agir bi zeviyan nekeve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin.

Der barê tedbîrên Komîteya Çandiniyê ya Kantona Hesekê de gerînendeyê Berhemdana Giyayî Salih El-Xidêr ji ANHA`yê re der barê tedbîrên pêşîlêgirtina şewatan de axivî.

TEDBÎRÊN JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ŞEWATAN

El-Xidêr destnîşan kir ku Komîteya Çandiniyê belavok û biryarname li hemû meclis, navçe û komîteyên girêdayî xwe belav kirin û tê de wiha hate gotin: "Çopa ku kaxez di nav de bin, neyê avêtin, boçikên cigareyan yan madeyên cam û hesin ku dibin sedema şewatê li derdora zeviyên çandiniyê neyên avêtin."

Komîteyê cotkar hişyar kirin ku heger şewat çêbe satirên ji axê li derdora zeviyên xwe çêkin û bi taybet ên nêzî rêyan. El-Xidêr di vê der barê de wiha anî ziman: "Me komîteyên çandiniyê şandin nava zeviyan da ku kemerên ewlehiyê bi rêya reşandina dermanê (Girand Ab) çêbikin û pê pere li cotkaran belav bikin da ku li qiraxê rêyan û di nava qenalan de bireşînin da ku rûbereke ewlehiyê di nava zeviyan de çêbe.”

Xidêr wiha pê de çû: "Dermanê (Girand Ap) ji aliyê gerîndeya parastina giyayî bi hevkariya rêveberiya giştî ya çandiniyê li rêyan (Rêya Hesekê dagerandina Hetîn, rêya Hesekê-Amûdê, Hesekê dagerandina Til Bêder, rêya Hesekê-Dirbêsiyê) hate raşandin. Miqdarê dermanê hate reşandin 66 hezar û 890 lître bû."

DAXWAZÊN KOMÎTEYÊ JI XWEDIYÊN PATOZAN

Komîteyê bi rêya giştînameyê ji xwediyên patozan xwest ku divê sehrîceke avê bi wan re hebe, her kesê li gorî van perspektîfan tev negerî dê baca bi nirxa 200 hezar lîreyên Sûriyê lê bê birîn. Ji hin perspektîf û daxwazan, divê agirkujek di patozê de hebe, heke na dê ruxset û mazot jî ji wan re dernekeve.

Xidêr bal kişand ser ku li gel van tedbîr û daxwazan hin nimreyên agirkujiyê jî hene, her wiha navendên bîran hatine agahdarkirin û sehrîcên avê jî heke şewatek çêbû hatine danîn.

Salih Xidêr ji aliyên pêwendîdar xwest ku dermanê ‘Grand Ap’ bi hejmareke mezin û bê pere da ku giyayên li derdora rêyan têk bibin, dabîn bikin, her wiha traktoran dabîn bikin û hejmara erebeyên agirkujiyê zêde bikin.

NAVENDA AGIRKUJIYÊ Û AMADEKARIYÊN WÊ

Têkildarî amadekariyên agirkujiyê gerînendeyê foca agirkujiyê ya bajarê Hesekê Ehmed Elî diyar kir ku wan nuqteyên ku dê erebeyên agirkujiyê li beşa bakur û başûrê bajêr diyar kirine, mîna "Mexrom, Şedadê û Erîşa û hwd, ev tedbîr ji bo sînordarkirina şewatan e.

Gerînendeyê foca agirkujiyê ya bajarê Hesekê Ehmed Elî da zanîn ku wan ji aliyên pêwendîdar daxwaza dabînkirina erebeyên agirkujiyê kir da ku têrî xizmeta tevahî nuqteyên diyarkirî bike û wiha got: "Dê beşek ji erebeyên agirkujiyê bi hejmara 20’an bişînin bajarê Hesekê û kantona Qamişlo û dê di rojên pêş de radest bibin.”

Ehmed Elî di dawiyê de ji cotkaran kir ku ji hev re hevkar bin û wiha got: "Bi hêvî ne cotkar ji hev re alîkar bin û tedbîrên parastinê yên nehiştina şewatê bigirin."

bx-fr

ANHA