Dîrok rastiya tijî xwîn û zordarî venaşêre

Dîroka Osmaniya kevn û Osmaniya nû tijî xwîn e. Kesên ku li dijî wan serî hildidan dihatin kuştin. Di bin navê ol de Ermenî, di bin navê îsyanê de Ereb û bi navê netewbûnê jî Kurd kuştin û bi vê rêbazî gihîştin desthilatê.

Dîrok rastiya tijî xwîn û zordarî venaşêre
5 gulan, 2020   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

6`ê Gulanê ji her salê li Sûriyê û Lubnanê wekî cejna Şehîdan tê pejirandin. Ji ber ku ku împeratoriya Osmanî piştî şerê cîhanê yê yekemîn di navbera 21`ê Tebaxa 1915`an û destpêka 1917`an de, gelek welatparêzên Sûriyê û Lubnanê bi darve kir. Lê belê hejmara herî zêde ya bi darvekirinan di 6`ê Gulanê de pêk hat. Lewra ew roj wekî cejna Şehîdan hat hilbijartin.

RÊZEDARVEKIRINAN ÇAWA DEST PÊ KIR?

Rêzedarvekirinên kesayetên ji Lubnan û Sûriyê anku wekî ku bi çîroka (bidarvekirinên azadiyê) tê nasîn, piştî rawestandina destûrê di serdema sultan Ebulhemîd  ê duyemîn de sala 1876`an dest pê kir. Wê demê Ereb û Tirkan xwestin ku careke din li gorî destûrê bê tevgerkirin. Komeleya Itîhad û Terakkî di sala 1908`an de roleke mezin di vê daxwazê de lîst, lewra serweriya komeleyê zêde bû û piştî şoreşa Jön Türk ku yek ji serkêşên wê Ehmed Cemal Paşa bû ku bi xwînxwarî dihat nasîn, komeleyê sultan Ebdulhemîd yê duyemîn ji desthilatê xist.

Cemal Paşa waliyê Bexdayê û yek ji pêşengên Komeleya Itîhad û Terakkî bû. Sala 1908`an beşdarî şoreşa bû ku di encamê de sultan Ebdulhemîd ê duyemîn ji desthilatê hat xistin. Her wiha beşdarî derbaya leşkerî ya Osmaniyan a 1913`an bû û di heman salê de bû wezîrê kar û barên giştî. Di sala 1914`an de jî bû wezîrê deryayî û di şerê cîhanê yê yekemîn de artêşa 4`emîn a Osmaniyan bi rêve bir. Sala 1915`an jî rêveberiya Sûriyê û Bîlad Şam kir û serweriya xwe li ser Bîladî Şam ferz kir.

Di sala 1909`an de, Komeleya Itîhad û Terakkî’yê hemû komeleyên ne Tirk ji hev xist. Vê yekê hêrseke gelan li hember neteweyên din ava kir û di serî de Ereban ku di kongreya Parîsê de guhertin û sererastkirin daxwaz kiribûn. Piştre rêzedarvekirinên li dijî fermandar û şoreşgerên Ereban dest pê kir. Destpêkê Zewqan El-Etraş (bavê Sultan Paşa El-Etraş) û Yehya, Hezai Îzedîn, Mihemed Qelanî û Hemed Mexûş, ji ber ku sala 1911`an li dijî siyasetên zordariyê yên Osmaniyan derketin, hatin bidarvekirin.

Sala 1914`an şerê cîhanê yê yekemîn dest pê kir. Împaratoriya Osmanî li gel Almanya’yê kete şer. Hin rewşenbîr û fermandarên Ereb bi hevkariya bi Brîtanya û Fransayê re hatin tewanbarkirin ku ew jî li dijî Tirkiyê ketibûn şer. Ev tewanbarî zemîna çalakiyên zordestiyê ya li dijî fermandar û şoreşgeran danî û kuştin û teror zêdetir kir. Bi vê yekê her kesên bi guman hatin bidarvekirin. Bi taybetî rewşenbîr, serokên eşîran û siyasetmedarên wekî Xûrî Yus El-Hiwêk, Nexle Metran, her du birayan Entiwan û Tewfîq Zerîq, Yûsif Seîd Bêdûn, Ebdullah Zahêr û Yûsif El-Hanî ku di 1915`an de hatin bidarvekirin.

Piştî ku Tirkiye beşdarî şerê cîhanê yê yekemîn bû, li Bîlad Şam (Sûriyê û Lubnanê) guhertineke radîkal çêbû. Tirkan, mafên ku demeke berê dabû herêma Lubnanê îptal kir û di 1915`an de wezîrê deryayî Cemal Paşa wekî serokê herêmê erkdar kir. Her wiha desthilat bi dest xist û herêm di bin serweriya wî de hişt.

200 HEZAR WELATIYÊN LUBNANÊ JI BIRÇÎNA MIRIN

Dema ku Cemal Paşa hat ser hikumê, beravên rojhilatê deryaya Spî dorpêç kir da ku sewqiyetên Brîtanyayê qut bike. Her wiha xwarin li ser gelê Lubnanê qut kir û berhemdariyên wan ên hindik firot welatên derve. Vê yekê gel bi birçîbûnê re rû bi rû hişt. Di encamê de 200 hezar welatiyên Lubnanê ji birçîna mirin. Piştre di 20`ê Tebaxa 1915`an de rêzedarvekirin dest pê kir. Yekemîn darvekirin li Beyrûtê pêk hat. Leşkerên artêşa Osmaniyan şênî li qadekê kom kirin û hejmareke welatparêzên Sûriyê, Lubnanê û Filistînê wekî Ebdulkerîm El-Xelîl, Mihemed û Mehmûd El-Mehmesanî, Nûredîn Qadî, Selîm Ehmed Ebdulhadî û Mihemed Mûslim Abdîn bi darve kir. Di 5`ê Nîsana 1916`an de jî yek ji kesayetên navdar li Lubnanê Yûsif El-Hanî bi darve kir.

6`ê Gulana 1916`an li Beyrût û Şamê rojeke bi xwîn derbas bû. Li Qada Mercê ya Şamê 7 rewşenbîrên û welatparêzên Ereban ên navdar hatin bi darvekirin, piştî yekê Qada Mercê veguherî Qada Şehîdan. Kesên hatin bidarvekirin Mîr Omer Cezayirî, nivîskar Ruşdî Şema, helbestvan û wêjevan Şefîq Beg Mûeyid El-Ezim, helbestvan Refîq Riziq Selûm û rojnamevan û ronakbîr Ebdulkerîm El-Zehrawî bûn.

Li Beyrûtê jî 14 rewşenbîr li Qada Buric hatin bidarvekirin ku piştre ew jî veguherî Qada Şehîdan. Navên rewşenbîrên hatine bi darvekirin ev in; nivîskar û rojnamevan Ebdulxenî El-Erîsî, wêjevan Selîm Cezayrî, nivîskar û helbestvan Omer Hemed, helbestvan û rojnamevan Corc Hedad, Petro Pawlî, Seîd Fadil Eqid, melayê mizgefta Newfera li Beyrûtê Şêx Ehmed Tebara, Mihemed Şentî El-Yafî, Tewfîq El-Besat, Seyfedîn Xetîb, Elî Bin Omer Neşaşîbî, Mehmûd Celal Buxarî, Emîn Lutfî El-Hafiz û Nûreddîn Qadî.

Bidarvekirin bi tewana "hevkariya bi dijmin re li dijî Osmanî" pêk hat. Rêzedarvekirinên Cemal Paşa bi dawî nebûn. Ev siyaseta xwînmij ji bo têkbirina tevgera neteweyî ya Ereban li Sûriyê û Lubnanê dewam kir. Gelek rewşenbîrên din wekî şêxê eşîreya El-Hesna Mihemed Mulhim ku di destpêka 1917`an de ku Şamê hat bidarvekirin, Fecir El-Mehmûd ê ji eşîreya Mewalî ku li 1917`an li Şamê hat bidarvekirin û Şahir Bin Rehîl El-Elî kurê ku kurê şêxê eşîreya El-Tirkî şêx Rehîl Bin El-Elî El-Silêman e ku piştî ragihandin şoreşa Ereban a mezin hatbi darvekirin.

MILYON Û NÎV ERMENÎ BÛN QURBANIYÊN KOMKUJIYÊN TIRKIYÊ

Osmaniyan li dijî gelê Ermen qirkirina komî pêk anî. Li gorî daneyan, zêdetirî milyon û nîv Ermenî di navbera salên 1915-1917`an de hatin kuştin. Zêdetirî 30 dewletên ku di nava wan de Fransa, Almanya, Belcîka, Letwaniya, Bulxariya, Holanda, Swîsre, Yewnanistan, Arjantîn, Uruguay, Rûsya, Silûvakiya û Nemsa hene qirkirina Ermeniyan wekî qirkirina komî pejirandin.

Piştî ragihandina komara Tirkiyê, hikumeta Tirkiyê li dijî netewe û tevgerên şoreşgerî yên ku li dijî siyaseta Tirkiyê radibûn serhildanê, siyaseta kuştinê dewam kir. Yek ji wan şoreşan şoreşa Şêx Seîdê Pîran a sala 1925`an e ku li dijî siyaseta tirkkirin û zordariyê ya hikumeta Mustafa Kemal Ataturk li dijî pêkhateyan pêk hat. Derdorê 600 hezar kes rabû serhildanê û 100 hezar kesên Çerkes, Ereb, Ermen û Asûriyan piştgirî dan wan. Lê belê şoreş bi serkeftinê tacîdar nebû û Şêx Seîd tevî hejmareke fermandarên serhildanê ketin destê dewletê. Piştre biryara bi darvekirinê der heqê 47 fermandarên şoreşê de derket û di 30`ê Gulana 1925`an de hatin bidarvekirin.

Piştî serhildana Şêx Seîd, artêşa Tirkiyê 900 mal şewitand û 210 gund tune kir. Her wiha zêdetirî 15 hezar kes kuştin, milkên xelkê talan kirin û bi hezaran Kurd, Ereb û Asûrî koçberî Sûriyê hatin kirin.

Di salên 70`ê yên sedsala borî de, gelek tevger û partiyên çepgir li Tirkiyê derketin. Di sala 1970`ê de ji bo rizgarkirina karker, cotkar û xwendekarên Tirkiyê, Mahir Çayan partiyên Eniyê bi awayekî veşartî damizrand. Lê belê wê demê îstixbaratên Tirkiyê dest bi şopandina Mahir Çayan û hevalên wî kir û di 30`ê Adara 1972`an de hatin dorpêçkirin. Piştî şerekî ku bi saetan dewam kir, Mahir tevî hin hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

KUŞTINA ŞOREŞGERAN

Hikumeta Tirkiyê her wiha yek ji damizrînerêrn artêşa rizgariyê ya gelêrî li Tirkiyê Denîz Gezmîş ku di salên 60`î de li dijî hikumetê rabû, di sala 1971`an de girt û di 6`ê Gulana 1972`an de bi darve kir.

Hikumetên Tirkiyê yên li pey hev hatin hewl dan ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a dawiya salên 70`ê derket, tune bikin. Gelek kadroyên partiyên wekî Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mezlûm Dogan û Elî Çîçek girt ku di zîndana Amedê de berxwedaneke bêhempa nîşan dan û hinek ji wan di gireva birçîbûnê de şehîd bûn. Mezlûm Dogan jî agir berda bedena xwe. Lê belê desthilata Tirkiyê siyaseta zordestiyê ya li dijî kurdên ku bi fikr û pîvanên partiyê bawer kirin, dewam kir û dest bi rêzehemleyên binçavkirin û kuştina bi navê "sûcdar nayê zanîn" kir. Di destpêka salên 90`î de jî zêdetirî 5 hezar gundên Bakurê Kurdistanê şewitand, bi sedan kurd kuşt û bi hezaran koçberî Başûrê Kurdistanê kir ku niha li Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih dibin. Heta niha jî  ber siyaseta şovenîst a hikumeta Tirkiyê ku bi domdarî wargehê topbaran dike, azaran dikişînin.

Komkujiyên Osmaniyan heta piştî ragihandina Komara Tirkiyê sala 1923`an jî dewam kir. Desthilatên Tirk li dijî gelên herêmê rêzekomokujî pêk anîn ku heta roja me ya îro jî wê siyasetên dewam dikin.

Tiştê bê fêmkirin ew e ku dewleta Tirk a niha xwe li ser bingeha qirkirina gelan û binpêkirina mafên pêkhateyan ava kir. Niha jî dest li kar û barên piraniya dewletên Rojhilata Navîn werdide. Bi behaneya destekdayîn şoreşa Sûriyê ku veguherî qadekê ji bo komên çeteyên radîkal, dest li Sûriyê werda û piştî wê yekê erdên berfireh ên Sûriyê wekî Idlib, Bab, Efrîn, Serîkaniyê û Girê Spî dagir kir û bi hezaran gelên Sûriyê kuşt û da koçberkirin.

Di dawiya 2019`an de jî dest li kar û barên Lîbyayê werda û komên çeteyên girêdayî xwe şand wê derê. Yek ji rêveberên Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê general Xalid El-Mehcûb di 24`ê Nîsanê de eşekere kir ku hejmara çeteyên ku Erdogan ew şandin Lîbyayê 6 hezar e û di dema dawî de zêdetirî 215 çeteyan hatin kuştin, 30 çete hat girtin û zêdetirî 350 çete jî birîndar e.

Tirkiyê her wiha bi bihaneya DAIŞ`ê, mudaxeleyî Iraqê kir. Niha gelek baregehên Tirkiyê li Iraqê hene û bi taybetî li herêmên Başûrê Kurdistanê ku rojane rastî topbarana Tirkiyê tên. Yek ji baregehên mezin li herêma Konî Masî ya parêzgeha Dihokê ye, ku baregeheke êrişê ye û zêdetirî hezar û 500 leşkerên Tirkiyê tê de hene.

Tiştên me bi bîr xistin, beşekî biçûk ên komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkesan in ku di navber salên 1908-202`an de pêk hatin.

(cx)

ANHA