Rojeva rojnameyên erebî – 5 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê tevliheviya di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, her wiha geşedanên li Iraqê de nivîsî.

Rojeva rojnameyên erebî – 5 Nîsan
5 gulan, 2020   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: LI HERÊMÊN "MERTALÊ FIRATÊ" TEVLIHEVÎ

Rojnameyên erebî yên îro der berê geşedanên li Sûriyê, bi taybet geşedanên li herêmên di bin desthilatdariya Tiriyê de nivîsîn. Der brê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Li herêmên di bin desthilatdariya komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de tevlihevî çêbûye, di heman demê de li van herêman bêaramî û arîşe zêde bûne, pevpûnên li herêma rojhilatê Firatê û Cerablusê pêk hatin, nîşana vê tevliheviyê ne."

Her wiha rojnameyê  nivîsî: "Li gorî agahiyan, di navbera komên çekdar de, pevçûnên dijwar rû dan, di encamê de gelek kes ji her du aliyan hatin kuştin. Beriya wê bi rojekê jî li bajarê Efrînê teqîn pêk hat û di encamê de 46 kes hatin kuştin. Jixwe pevçûnên li Cerablusê, rewşa bêaramiyê û tevliheviya di navbera komên çedar de nîşan dide.

Koma bi navê ‘Ehrar El-Şerqiye’ li dijî polîsên leşkerî xwe da aliyên komeke olî, piştî ku arîşeyek li bajêr pêk hat, di encamê de her du aliyan girtin ser navendên hev û ji her du aliyan kuştî çêbûn.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li aliyekî din di navbera endamên koma bi navê ‘El-Cebhe El-Şamiye’ û endamên koma ‘El-Hemzat’ a gundewarên bakurê rojhilatê Helebê de arîşe çêbû, ji her du koman jî di nava Mertalê Firatê de ne û alîgirên Tirkiyê ne, arîşeya di navbera her du koman de jî ji ber parvekirina pereyên deriyên sînor ên nefermî bû.”

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRO YAN SIBÊ DÊ PARLEMANA IRAQÊ ÇARENÛSA HIKÛMETA KAZIMÎ DIYAR BIKE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Tê payîn ku parlemana Iraqê îro piştî fitarê yan sibê, civîneke awarte li dar bixe da ku der barê hikûmeta serokwezîrê peywirdar Mistefa Kazimî de dengdanê bike."

Rojnameyê wiha pê de çû: "Her çendî ku bloka ‘Dewleta Qanûnê’ ya bi serokatiya Nûrî El-Malikî û bloka ‘El-Weteniye’ ya bi serokatiya Iyad Elawî ragihand ku ew dê beşdarî civînê nebin jî, lê bi hatina endamên parlemanê yên ji hemû parêzgehan û herêma Kurdistanê, nîşan dide ku hejmara parlemanê dê temam bibe û dê civîn bê lidarxistin.”

Endamekî parlemanê, bêyî ku navê xwe aşkera bike, ji Şerq El-Ewsat re diyar kir ku "Dê dengdan li ser hikûmeta Kazimî pêk bê, ji ber ku vebijêrkên din tune ne, lê tê payîn ku navên hemû endamên hikûmetê ku hejmara wan 22 wezîr e, neyên pejirandin.”

EL-RAY: JI SALÊN 1980’YÎ VE CARA PÊŞÎN KEŞTIYÊN ŞER ÊN DYA’YÊ LI DERYAYA BARENTSÊ NE

Rojnamayên nivîsî: "Hêzên deryayî yên Amerîkayê ragihand ku 4 keştiyên şer roja duşemê ber bi deryaya Barentsê ve çûn ku bêrî ava herêmî ya Rûsyayê ye ku ev ji salên 80’yî ve cara yekemîn tiştekî wiha dibe.

Hêzên deryayî bi daxuyaniyekê diyar kir ku keştiyên ‘USS Donald Cock’, ‘USS. Perter’ û ‘USS Rossvelt’, her wiha keştiya lojîstîkê ‘USSNS Saply’ roja duşemê ketin deryaya Barentesê.”