Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexeya derketina derve dirêj kir. Ji aliyekî din ve rê li pêşiya hinek pîşesazan vekir da ku bixebitin, lê bi şertê tedbîrên hişyariyê pêk bînin. Di rojên destpêkê yên piştî dirêjkirina dema qedexeyê de, hinek kes hatin muxelefekirin.

Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dirêjkirina qedexeyê û rewşa sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
5 gulan, 2020   06:11
QAMIŞLO-LÎLAV MIHEMED-EHMED SEMÎR

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 11`ê Gulanê dirêj kir. Ji aliyekî din ve ji bo pêdiviyên şêniyan, rê da hinek dikandar û xwediyên pîşeyan ku ji saet 06:00`an heya 15:00`ê bixebitin, lê bi şerta ku tedbîrên hişyariyê pêk bînin.

Piştî belgekirina du nexweşên Koronavîrusê li taxa El-Amran a bajarê Hesekê, Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê gelek tedbîr ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê girtin.

Piştî dirêjkirina dema qedexeyê, li bajarê Qamişlo û istisnakirina hinek cihên giştî, tevger di saetên qedexeyê de bi awayekî balkêş zêde bû. Li gel wê jî şênî bi xemsarî nêzî girtina tedbîrên hişyariyê dibin. Tenê hinek şênî tedbîrên hişariyê mîna lixwekirina lepik û maskan digirin.   

Her wiha hate dîtin ku hinek xwediyên xwaringehên li bajarê Qamişlo biryara Şaneya Aloziyê pêk neanîn û cihên xwe di dema qedexeyê de vedikin. Tê payîn ku Şaneya Aloziyê girteka guncew li dijî wan bigire.

Faxra Beşîr, li navenda bajarê Qamişlo xwediyê dikana cilan e. Beşîr got: “Ez hewl didim ku xwe ji şêniyan dûr bikim û tedbînên hişyariyê pêk bînim. Hertim madeyên dezenfektekirinê bikar tînim. Destpêkê min maske bikar dînanî, lê niha ji ber karê xwe nikarim bikar bînim.”

PÊKANÎNA TEDBÎRAN

Şêniya bi navê Rola Rohan di nav sûka navendî ya  bajarê Qamişlo de digerî. Rola got: “Pêknîna tedbîrên hişyariyê ji hezar dermanî çêtir e. Divê şênî wan tedbîran pêk bînin û hewl bidin ji hev dur bin.”

Besam Yihya xwediyê dikana pêdiviyên amûrên malan, ji bo rêdana xwediyê dikanan spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: “Ji ber ku li gel aloziya aborî ya li welêt, pêdiviya şêniyan bi kar heye."

Besam Yihya li gorî saetên hatine diyarkirin dikana xwe vedike û hewl  dide di kirîn û frotinê de qerebalix di dikanê de çênebe.

BERIYA SAET 15:00`AN TEVGER KÊM DIBE Û XWEDIYÊN DIKANAN DIKANÊN XWE DIGIRIN

Di saet 15:00`an de tevahiya dikan tên girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji bo kontrolkirina qedexeyê û girtina dikanan dewriyeyê digerin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y07CYspUIxU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>