Erdogan dîsa gef li hikûmetên Sûriyê û Lîbyayê xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gef li hikûmetên Sûriyê û Lîbyayê xwar.

Erdogan dîsa gef li hikûmetên Sûriyê û Lîbyayê xwar
4 gulan, 2020   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan piştî civîna parlemantoyê, derbarê rewşa li Bakurê Sûriyê gef xwar û got: "Em nikarin ji vê zêdetir êrişên li dijî herêmê ewlek bi şêwazekê ku lihevkirinan binpê dike, tehemul bikin."

 Erdogan her wiha got ew di piştgiriya xwe ya bi hikûmeta Wîfaqê re bi îsrar in û got: "Di demeke nêzî de em ê nûçeyên xweş bibhîzin."

Tevî gefên dûbare yên Erdogan ên derbarê Idlibê de, lê hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê rûberek berfireh û herêmên girîng, jê rêya M4 serwer kir.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiyê derbarê Idlibê de ji her demê bêrtir dikeve bin bandora zextên Rûsyayê.