Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Biradost bombebaran kir.

Dewleta Tirk herêma Biradostê bombebaran kir
4 gulan, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnws‘ê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyê herêmê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma gundê Sinînê yê Biradost bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku ji ber bombebaranê rêya diçe gund ziyanên mezin dît.

Her wiha hate ragihandin ku li herêmê tevgera balafirên keşfê û yên şer didome.