​​​​​​​Covid-19: Li Tirkiyê hejmara miriyên ji ber Koroanyê bû 3461

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 64 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin. Li Tirkiyê bi giştî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirine derekt 3 hezar û 461.

​​​​​​​Covid-19: Li Tirkiyê hejmara miriyên ji ber Koroanyê bû 3461
4 gulan, 2020   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê  Koronavîrusê (Covid-19) de parve kirin.

Li gorî daneyan, di 24 saetên dawî de hezar û 614 kesên din jî bi koronayê ketine û 64 kesên din jî mirine.

Bi vê re li Tirkiyê hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 127 hezar û 659 û hejmara kesên heya niha mirine jî bû 3 hezar û 461.