Piştî 23 salan sefîrê DYA‘yê li Sûdanê ye

Hikûmeta Amerîkayê, cara yekemîn piştî 23 salan sefîrê xwe li Sûdan hilbijart.

Piştî 23 salan sefîrê DYA‘yê li Sûdanê ye
4 gulan, 2020   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Sûdanê di daxuyaniyekî de got:" Hikûmeta DYA‘yê, Dr. Nûredîn Satî wekî sefîrê û nûnerê xwe li Komara Sûdanê hilbijart."

23 salan,  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê asta têkiliyên xwe bi Sûdanê re kêm kir.

Ji sala 1993‘an ve Washington, Xertûmê xistiye lîsteya welatên ku destekê terorê dikin, sedema vê yekê "Têkiliyên Sûdanê yên bi rêxistinên terorîst re hene" di nav de Rêxistina El-Qaîde ya ku lîderê wê yê berê Usama Bin Ladin di navbera salên 1992 û 1996‘an de ava kiriye.

Ji dema xistina desthilata Umer El-Beşîr di Nîsana 20199‘an de, desthilata nû ya Xertûmê hewl dide têkikiyên xwe bi Washingtonê re sererast bike û nava xwe ji lîsteya dewletên ku destekê dide terorê derxîne, da ku sûdê ji alîkariyên ku Banka Navnetewî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêşkêş dikin, bigire.