Li cîhanê zêdetirî 3 milyon û nîv kes bi Koronavîrusê ketine

Hejmara rewşên Koronavîrusê li Rûsya, Brezîlya û Almanyayê bilind bû û bîlançoya Koronavîrusê li cîhanê zêditirî 3 milyon û nîv e.

Li cîhanê zêdetirî 3 milyon û nîv kes bi Koronavîrusê ketine
4 gulan, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya dawî ya WHO’yê, li seranserê cîhanê 3 milyon û 580 hezar kes bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, 284 hezar kes jî bi Koronavîrusê mirine.

Li Rûsyayê di 24 saetên dawîn de hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bû 10 hezar û 633.  Rûsya di destpêkê bi pandemiyê pir bandor nebû, lê rewşên pêketinê di van rojên dawîn de tevî qeydên li ser jiyana giştî yên sînordarkirina berbelavbûna vîrusê hatine ferzkirin, diyar dibe ku pir bilind dibe.

Brezîlya bû kaniya berbelavbûna vîrusê li Amerîkaya Latîn tevî bilindbûna hejmara pêketiyan ku 100 hezarî derbas kir, lê hejmara miriyan jî zêdetirî 7 hezar e.

Spanyayê 545 rewşên dîtir qeyd kirin ku bi wê re jî hejmara dawîn zêdetirî 218 hezar e.

Zanîngeha Robert Koch îro aşkera kir ku li Almanyayê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bû 679 ku bi wê re jî hemara giştî bû 163 hezar 175 kes, hejmara miriyan jî 43 hatin qeydkirin ku bi wê re hejmara giştî bû 6 gezar 692.

Dewletên Ereb jî kesên bi Koronavîrusê dikevin, tomar dikin lê bi rêjeyên newekhev, li hember jî rojane kesên baş dibin zêde dibin.

Li Kiwêtê, 171 ji vîrusê baş bûne ku bi wê re hejmara giştî ya kesên baş bûne, bû hezar û 947.

Li Umanê, 69 kesên bi Koronavîrusê ketine, hatin tomarkirin, jê 37 kes baş bûne, her wiha bi wê hejmara giştî ya pêketiyan bû 2 hezar û 637.

Li Umanê jî 816 kes ji Koronavîrusê baş bûne, li aliyekî din jî 12 kes mirin.

Hikumeta Sûdanê ragihand ku wezîrê veguhastin û binesaziyê Haşim Ebneof bi Koronavîrusê ketiye.

(fr)