Li Îsraîl û Filistînê nexweşên Koronavîrus kêm dibin

Li gorî raporên tenduristî yên Îsraîlê û Filistînê ku hejmara nexweşên Koronavîrus kêm bûye.

Li Îsraîl û Filistînê nexweşên Koronavîrus kêm dibin
3 gulan, 2020   12:21
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku îro 230 kes bi Koronavîrus mirin û 16 hezar û 193 kes heta van kêliyan bi vîrusê ketine.

Li gorî raporên Îsraîlê ku hejmara mirî û nexweşên Koronavîrus li Îsraîlê kêm bûye.

Wezaretê diyar kir ku di demên dawîn de 8 kesên nû bi vîrusê ketin û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 16 hezar û 193 kes, rewşa 103 kesî ne başe û ji wan 82 kes di bin alavên nefesê de ne.

Li Îsraîlê 9 hezar û 634 kes ji vîrusê baş bûne.

Her wiha wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku li El-Difa El-Xerbiye kesên nû bi Koronavîrusê ketin.

Wezareta Tenduristiya Filistînê bi daxuyanyekê ragihand ku hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrus li El-Difa El-Xerbiye û Xezayê bû 520 kes.

Tê zanîn ku hejmara nexweşên Koronavîrus li Filistînê kêm bûye.

bx

ANHA