Li Ewropayê bergiyên li dijî Koronavîrusê tên sistkirin

Bi kêmbûna hejmara nexweşên Koronavîrusê li gelek welatên cîhanê re li Ewropayê qedexeyên ji ber vîrusê hatibûn ragihandin, hêdî hêdî tên rakirin.

Li Ewropayê bergiyên li dijî Koronavîrusê tên sistkirin
3 gulan, 2020   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hejmara nexweşên Koronavîrusê li cîhanê heta niha bûye 3 milyon û 428 hezar kes, ji wan 1 milyon û 93 hezar kes baş bûne û 234 hezar kes jî mirine.

Ewropayê jî hêdî hêdî ji karantînayê derdikeve, ji ber ku metirsî ji ber nexweşiynê din hene. Tê payîn ku di vê hefteyê de qedexe û qeydên li 15 welatan bên sivikkirin.

Li Spanyayê qeyd hatine sivikkirin. Heta niha 216 hezar û 582 kes bi vîrusê ketine ji wan 25 hezar û 100 kes mirin.

Li Almanyayê 164 hezar û 967 kes bi vîrusê ketine, ji wan 6 hezar û 812 kes mirine.

Li Awisturyayê jiyan li kolanan vegeriya, li Viyanayê hindek dikanên bazirganiyê hatin vekirin û li dewletên Îskandînavyayê jî eyd hatin sivikkirin.

Roja duşemê li Îtalyayê jî qedexe hatin sivikkirin, deriyên dikanan têne vekirin û derfetê dê bidin malbatan ku serdana hev bikin.

(bx)