'Divê jinên Kurd di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedî rol bin'

Komîteya amadekar a 3`emîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd-Komîteya Rojava bang li hemû jinên Kurd kir ku di lidarxistina kongreya Neteweyî ya kurdistanî de xwedî rol bin.

'Divê jinên Kurd di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedî rol bin'
3 gulan, 2020   09:37
QAMIŞLO

Xalên girîng ên daxuyaniyê ev in:

Li gel şerên li cîhanê û bidawîbûna hevpeymanên navneteweyî ku Rojhilata Navîn û Kurdistan parçe kirin. Her wiha  di demekê de ku dest bi şêweyekî nû yê şer biyolojîk hatiye kirin(şewba Korona) ku tevahî cîhan xistiye xeteriyê û bêyî dermanek jê re bê dîtin gefê li jiyana bi milyonan mirovan dixwe. Em dikarin bêjin ku cîhan di qonaxeke  guhartinên siyasî, hevsengiyên aborî, leşkerî û koalîsyonên navneteweyî yên nû de ye.

Êrişên li dijî parçeyên Kurdistanê hebûna gelê Kurd û destkeftiyên ku bi salan bi dest xistine, dike armanc. Îro em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, pêwîstiya vê demê ji hemû demên berê zêdetir bi bidawîkirina nakokiyan û hewldanên ji bo lidarxistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanî heye, ku ev yek xizmeta gelê Kurd dike, parçebûnê ji holê radike û ji bo çareseriya doza kurdî çareseriyeke siyasî derdixe holê. Însyatîfa QSD`ê û Ceneral Mezlûm Ebdî, ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî gaveke erênî ye.

Jinên Kurd berê û niha jî di misogeriya yektiya neteweyî de xwedan mîrateyekî berxwedêr û mezin bûn.  Ji qada leşkerî bigire, qada siyasî û çandî, di hemû qadan de xwe îspat kir. Jinên têkoşer li dijî terorîstan şer kirin û niha jî di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedan rol in.

Beriya  niha jî kongreya yekemîn û duyemîn a jinên Kurd hate lidarixstin û tê payîn ku li Rojava ya sêyemîn jî bê lidarxistin,  lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kongre nehate lidarixistin.

Wekî komîteya Kongreya Neteweyî ya sêyemîn a jinên Kurd, em bang li hemû jinên di nava rêxisitnan de û yên di  qada siyaset, çandî û saziyên sivîl de dikin ku di lidarxistina kongreya sêyemîn de roleke girîng bilîzin û ji bo çareserkirina doza kurdî xwedan helwest bin. Nexasim di vê pêvajoya hesas de ku Kurdistanê tê re derbas dibe. Her wiha em bang dikin ku bi şervanên QSD`ê  re bibin alîkar û li dijî terorîstên cîhanê û li dijî hemleyên li dijî vê hêzê bisekinin."

(eh)