​​​​​​​Ocalan û yekitiya Kurdî

​​​​​​​Ocalan û yekitiya Kurdî
3 gulan, 2020   05:53
NAVEND NÛÇEYAN

Dr. Cewad El-Beydanî- Mûdîrê Peymangeha Iraqê ya Lêkolînên Kurdî

Ev ne cara yekemîn e ku birêz Abdullah Ocalan banga yekitiya Kurd dike. Her tim hevbeşiyên ku dê Kurdan bike yek bi bîr dixe û banga têkoşîna hevpar dike. Tiştên hevbeş pir in lê rageşî yek e. Ocalan ê ku bi birayê xwe Mehemet re bi telefonê axivî bal kişandibû ser vê yekê û bang kir ku pêwîst e peymana sala 1982‘an a li gel nemir Idrîs Barzanî re îmze kirbû were pêkanîn.

Ocalan di pêşbêniyên xwe  de hertim  asta xeteriya ku di warê siyasî de dihatin plankir dinirxand û bi hurgulî li ser buyaran sekinî. Ji ber dizane ku armacn jihevxistina rêza Kurdî ye, hewldana derbekirina her nêzîbûyînek di navbera alî û fermandarên vî gelî de ye. Dimjin heta neghêje armancên xwe wê nesekine, armanc wî derxistina fitne û şerê navxweyî ye. Heger ev armanc pêk were wê hemûyan bibin hedef û serkeftî jî wê di vî şerê de binkeftî derkeve.

Ji ber asta van gefan, ji fermandarên Kurd tê xwestin û erk û peywirên xwe yên sereke diyar bikin, xwe ragirin û hemû nakokiyan çareser bikin. Ev nirxekî ideal e. Ocalan her tim erkên sereke yên ku divê Kurd li hemberî êrişan pêk bînin bi bîr dixist. Xeterî li ber derî ye, divê Kurd vê bizanibin.

Bi rastî birêz Mehemet Ocalan bi bîr xist ku birêz Abdullah Ocalan di 27‘ê Nîsanê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Wekî tê zanîn ji roja dîlgirtina wî di 15‘ê Sibata 1999‘àn de ev cara yekemîn e ku bi telefonê bi malbatê re diaxive. Birêz Ocalan di wê axaftinê de 3 mijarên sereke ku di rojevê de ne girt dest. Li vir em dikarin behsa mijara yekemîn a têkildarî têkiliyên Kurdî-Kurdî bikin.

Tevî ku dema axaftinê kurt bû jî, lê nirxandin bi sûd bûn. Birêz Ocalan di axaftina bi telefonê ya li gel malbata xwe re got: " Pêdiviya Kurdan a ev der ji min re ye, ew der ji te re ye tuneye. Pêdiviya Kurdan bi aştî û yekîtiyê heye."

Belê aştiya ku her kes lê digere. Ji ber ku yek ji hîmên jiyanê ne û sedema sereke ya pêkanîna aramî, aştiya gelan û parastina jiyana aram e. Heger şer biqewime (Xwedê neke) dê bandoriyek mezin li binsaziya civakê bike û yekîtiya wê ji hev bixe, li vir dê dijmin armanên xwe pêk bîne. Dûrketina ji nakokiyan derfetên aştiyê pêş dixîne, ev tişt Ocalan gotibû, her wiha banga şer derfetên aştiyê girêk dike û aloziyê kûrtir dike.

Texmîn dikin ku hişyariyên ku afirandina aloziyê di navbera herêmê û Qedîlê de bi taybet di vê rewşa tevlihev de dê rewşa mirovî girantir be. Ji ber vê yekê bang li hemû aliyan dikim ku ji vê yekê dûr bikevin. Li ser vê yekê Ocalan got: "Polîtikayên wan ewe Kurdan bi Kurdan bidin şerkirin û kuştin. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî û tevgerên Kurdan nekevin nava hesabê ‘Em ê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me'. Ev nabe û nayê qebûlkirin. "

…Ya balkêş ku bang ji bo gelê Tirkiyê hene ku Kurd li dijî we çek ranake, lê belê Kurd bi her kesî re aştiyê dixwazin û banga mafên xwe bi awayekî adil dikin."

Ocalan her kes hişyar kir ku dozeke mezin heye, ji bo vê dozê divê her kes di nava têkoşînê de be, wateya vê yekê gelek eşkere ye û ji mijarên ku Ocalan girîngî dabûyê; banga rawestandina rijandinê xwînê ye.

Ji vir diyar dibe ku Ocalan dîsa bawerî di nava alîgirên xwe de çand, îsbat kir hîna lîstikanê her bihêz li Rojhilata Navîn. Lewra divê rastiyê vê yekê zanibe û paşguh neke.

ANHA