Li Hesekê taxek bi temamî kete karantînayê

Meclisa Kantona Hesekê û Gerînendeya Tenduristiyê ya bajêr hejmarek tedbîr û biryar girtin. Piştî ku du kes bi vîrûsê ketin taxek bi temamî xistin karantînayê.

Li Hesekê taxek bi temamî kete karantînayê
29 nîsan, 2020   19:18
HESEKÊ

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku du kes li herêmê Cizîrê bi Koronavîrusê ketine.

Mistefa diyar kir ku kesên nexweş jinek û hevserê wê ne û ji bajarê Hesekê ne..

Ji bo ku virus belav nebe, Meclisa bajarê Hesekê û Meclisa Tenduristiyê bi rêya daxuyaniyek hevpar diyar kirin ku hejmarek tedbîrên tenduristiyê girtine.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso û hevseroka Gerînendeya Tenduristiyê Romînda Îsa û endamê Komîteya Çavdêr a Tenduristiyê Dirbas Mamî daxuyanî xwendin.

Li gorî tedbîrên hatine girtin:

Taxa El-Amran bi temamî di karantînayê de û bajêr di karantînayek beşî de.

Hişyarkirina şêniyan bi rêya dengvederkê ku ji malên xwe dernekevin û rêbazên xweparastinê pêk bînin û derbasî çargoşiya emnî ya hikumeta Sûriyê nebin.

Her wiha bang li şêniyan kirin ku zarokan bernedin kolanan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9UAeJJi8ua0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>