USCIRF: Divê zext li Tirkiyê bê kirin ji bo ku ji Sûriyê vekişe

USCIRF di rapora xwe ya salane de ku duh derxist bû bang li rêveberiya Amerîkaryê kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo ku ji Bakur û Rojhilatê Srûiyê vekişe û dabîn bike ku artêşa wê zilmê li  kêmnetewên olî û nejadî neke.

USCIRF: Divê zext li Tirkiyê bê kirin ji bo ku ji Sûriyê vekişe
29 nîsan, 2020   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

USCIRF bi xwe komîteyek amerîkî federalî serbixwe ye û partiyên cimhurî û demokrat piştgiriya wê dikin. duh rapora xwe ya  salê derxist. Tê de beha neheqiya ku li dijî olan û baweriyan tê kirin kir. Tevî ku hinek şêwiriyên siyasî ji serok, werzîrê derve û kongresê re pêşkêş kirin.

Di rapoa xwe ya sala 2019`an de komîteyên bang li Rêveberiya Amerîka kir ku zextê li Tirkiyê bike ji bo ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne. Dabîn bike ku Tirkiyê kontrola xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj nake. Her wiha rê li pêşiya her qirkirinek nejadî yan jî olî li wan herêman û neheqiya ku li dijî kêmnetewên olî û nejadî tê kirin, bigire.

HEJMARA ÊZIDIYAN LI SÛRIYÊ KÊM BÛNE

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber hedefgirtina Êzidiyan û darvekirinên komî, hejmara êzidiyan li Sûriyê kêm dibin. Her wiha bal kişand ser ku rêxistinên hiqûqî wêrankirina komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê cihên olî û çawa bi zorê êzidî neçar kirine bibin misliman belge kirine.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ya ku hahêle Sûriyê wek dewletek li dijî azadiya olî neyê hesibandin, herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. li wan herêman azadiya olî heye.

Komîte li gorî qanûna azadiya olî ya navneteweyî di 1998`an de hate avakirin. Ev komîte li gorî pîvanên navneteweyî çavdêriya mafê cîhanê di azadiya olî û baweriyan de dike û pêşniyarên siyasî ji serok, wezîrê derve û kongresê re dişîne.

(şx)

ANHA