Komele daxwaza asayîkirina rewşa Zînî Wertê kir

Komeleya Îslamiya Kurdistanê daxwaz ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku pirsgirêkê xwe yên li Zînî Wertê li gel PDK’ê çareser bike û rewşê asayî bike.

Komele daxwaza asayîkirina rewşa Zînî Wertê kir
29 nîsan, 2020   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Komeleya Îslamiya Kurdistanê îro serdana rêveberiya nû ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û pîrozbahiya xwe pêşkeşî rêveberiya nû ya YNK’ê kir. Derbarê naveroka hevdîtinê Berdevkê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed ji Rojnews’ê re axivî.

Berdevkê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed got;”Di hevdîtinê de me qala rewşa darayî ya herêmê, paşkeftina mûçeyên karmendan û peydakirina mûçe, pêwîstiyên xelkê û mûçexweran kir.”

Berdevkê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed derbarê aloziya li Zînê Wertê jî ku bi cihbûna hêzên PDK’ê re derket got;”Me daxwaz ji YNK’ê kir ku li gel PDK’ê bi riya guftûgo û mêzê danûstandinê rewşê çareser bike.”