Di nava 24 saetan de ji ber Koronavîrusê 8 hezar kes mirin

Meclisa Ewlehiyê banga agirbesteke 90 rojî li tevahiya cîhanê kir. Her wiha di 24 saetên dawîn de 83 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 8 hezar kes jî pê mirine.

Di nava 24 saetan de ji ber Koronavîrusê 8 hezar kes mirin
29 nîsan, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku ji bo destekdayîna xebatên pêşîlêgirtina Koronavîrusê (Covid-19) Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê projeya biryara agirbesta 90 rojan li tevahî cîhanê dixe dengdanê da ku alîkariyên mirovî bigihêjin kesên pêwîstiya wan pê heye.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li tevahî cîhanê bû 3 milyon û 151 hezar, ji wan 962 hezar kes baş bûne û 218 hezar kes jî mirine û hejmara herî zêde ya miriyan li DYA`yê bû.

Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkins şevê din belav kirin, hejmara miriyên ji ber Koronavîrusê li DYA`yê, hejmara leşkerên DYA yên ku di nava 20 salan de di şerê Vîetnamê de jiyana xwe ji dest daye, derbas kir. Heta niha li DYA`yê 58 hezar kes ji ber vîrusê mirine.

Her wiha li Rûsyayê di nava 24 saetên dawîn de 108 kes bi vîrusê mirin û hejmara nexweşan jî 100 hezarî derbas kir.

(bx)