Li ser civîna YNK'ê û Goran daxuyaniyek hevpar hate belav kirin

Piştî Goran û YNK civiyan daxuyaniyek hevpar hate belavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di civînê de behsa rewşa siyasî a herêmê hatiye kirin.

Li ser civîna YNK'ê û Goran daxuyaniyek hevpar hate belav kirin
29 nîsan, 2020   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Tevgera Goran îro serdana Mekteb Siyasiya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) kiribû. Piştî civînê ti daxuyaniyek çapemeniyê nehat dayîn. Lê herdû aliyan li ser armanca civînê daxuyaniyek hevpar belavkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civînê de behsa rewşa siyasî a Herêma Kurdistan, Iraq, astengiyên li ber proseya siyasî û îdareyê hate guftugo kirin. Herwiha hate gotin ku behsa peydakirina mûçe û jiyana welatiyan hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Pêwîstiya navxweyî a herêmê, bi pêşxisitna peywendiyên navbera herdû aliyan, hemû hêzên siyasî, alîkarî û hemahengiya her sê hêzên sereke heye. Herwiha pêkanîna civînek ya aliyan gelek girînge.”