Hêzên navneteweyî teqîna li Efrînê şermezar kir lê îşaret bi sûcên hêzên dagirker nekir

Wezareta Karên Dervê ya DYA’yê û wezîrê kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Brîtanyayê teqîna terorîstane ya ku duh li Efrîna dagirkirî rû da, şermezar kir lê behsa sûcên rojane yên ku dewleta Tirk ji Adara 2018`an ve li kantona dagirkirî pêk tîne, nekir.

Hêzên navneteweyî teqîna li Efrînê şermezar kir lê îşaret bi sûcên hêzên dagirker nekir
29 nîsan, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqînekê rû da, di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku di encama teqînê de zêdetirî 46 kes bûn qurbanî û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyekê teqîn şermezar kir û daxuyand ku DYA vê kiryara terorîstî ku li Efrînê pêk hatiye û di encamê de bi dehan kesên li nava bazara navendî bûn qurbanî, şermezar dike.

Wezaretê piştrast kir ku detayên destpêkê diyar kir ku piraniya kesên bûne qurbanî, sivîl bûn û di nava wan de zarok jî hebûn. Daxuyaniyê wiha diyar kir: "Ev kiryarên hovane nayên pejirandin, li gel vê yekê dubare DYA`yê ji bo xaka Sûriyê banga agirbestê dike û DYA tev li banga nûnerê taybet ê NY`yê Geir Otto Pedersen dibe.”

Di heman çarçoveyê de wezîrê kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Brîtanyayê James Cleverly daxuyaniyek da û teqîn wek "kiryareke terorîstane" bi nav kir. Cleverly bi twittekê ragihand ku ew hemberî raporan bi tirs bû, ji ber amaje bi qetilkirina bi dehan sivîlan dikir.

18’ê Adara 2018`an artêşa Tirk û çeteyên wê derbasî bajarê Efrînê bûn, li herêmê domdar ji ber kiryarên diziyê û parkirina malên şêniyên Efrînê çete di nava nakokiyan de ne, her wiha şêniyên Efrînê qetil dikin û demografiya herêmê diguherînin. Lê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYA’yê û wezîrê Brîtanyayê qet behsa kiryarên hovane yên ku rojane li herêmê diqewinin, nekir.

(eh)