Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!

Di çend mehên dawîn de cîhan bi Koronavîrusê mijûl bûye û bûye rojeva sereke ya cîhanê. Bê guman a herî girîng kesên ku ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye. Lê ji aliyekî din ve belavbûna vîrusê bi awayekî erênî bandor li xwezayê kir û hişt ku nefesekê bistîne.

Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!
Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!
Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!
Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!
Koronavîrus a ji bo mirovan karesateke mezin e, lê ji bo xwezayê rihetî ye!
28 nîsan, 2020   08:53
MINBIC

Di demek berê de têkiliya di navbera xweza û mirov de hevseng û xurt bû. Lê di serdemên dawîn de mirovan ev têkilî bi awayekî mezin guhert. Bi pêşketina zanist û pîşesaziyê re mirov di astek bilind de zirar gihand xwezayê.

Her wiha mirovan rolek mezin li ser hawîrdorê û zindiyan lîst. Mirovan bandorek neyînî li xwezayê kir. Di Hawîrdorê de gelek elementên ku mirov nikarin dest ji berdin hene, ji wan ên herî giring axa ku gelek şênatî tê de mezin dibin e. Hawa ya ku mirov û zindî jê oksîjen digirin û şênatiyan jê oksîjenê digirin. Av jî bingeha jiyanê ye. Ev element hemû û gelek elementên din bi hev re tev digerin û hevsengiya hawîrdorê li ser erdê çêdikin.

Pisporên hawîrdorê yên navneteweyî dibêjin belavbûna Koronavîrusê, girtina kargehan û şirketan, kêmbûna tevgera erebeyan li dewletên cîhanê yên ku tê de virus belav bûye, gelek sûdên wê li ser hawîrdorê hene. Bi taybet li Çînê ku welatê xwedî pîşesazî û şêniyek mezin e. Tê de kargeh hatin girtin, kolan vala bûn, av bê gemarbûn diherike û hewa ji ber kêmbûna asta tevgera mirovan paqij bûye.

Erebeyan di rêbazên veguhestin û tevgerê de şoreşek ava kirin. Lê li beramberî wê bû sedema gelek pirsgirêkan, bi taybet di bajaran de. Ji ber bikaranîna erebeyan hewa gemar bû.

NASA’yê diyar kir ku ji destpêka belavbûna Koronavîrusê li cîhanê, asta derketina nitrojendioksîdê ji bas, rêktîviyên enerjiyê û kargehên pîşeyî qels bûye.

Li gorî NASA’yê ewirên tijî gazên cehr a ku li ser herêmên pîşesaziya wan xurt kom dibû, nemaye.

Ruxmî encamên pandemiyê yên trajedîk li ser mirovan, ku di encamê de zêdetirî 171 hezar kes mirine, lê belavbûna wê bi awayekî erênî bandor li xwezayê kir. Asta gemarbûn, derketina gazên ku zirarê didin tebeqeyên hewayê kêm bû. Li gorî ajansa esîmanê ya Ewropayê qula tebeqeya Ozonê li jorî parzemîna Bakur tê girtin  û wê di navîna Nîsanê de bi temamî were girtin. Ev jî tiştek erênî ye.

Di vî warî de endamê Buroya Hawîrdorê yê Minbicê Elaa Mewas got: "Ji ber ku hewîrdor nehate parastin, hevsengiya hewîrdorê ji ber bermahiyên şer, kargehan û gazên bi zirar mîna karbon dîoksîd, kurkût dîoksîd (kibrît) û netrojîn dîoksîd tevlîhev bû. Ji bo derbaskirina van kerasatan û parastina hewîrdorek paqij û pak, divê kedên navneteweyî werin dayîn. Da ku enerjiyek pak û dostê hewîrdorê mîna enerjiyên av, ba û tavê werin bikaranîn."

Elaa Mewas destnîşan kir ku pêwîste mirov hewîrdorê paqij biparêze, ji bo ku jiyan li ser erdê bidome û ev berpirsyarî ya hemûyan e.

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DxOsF19Kj9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DxOsF19Kj9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>