Li Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê komkujiyek pêk anî

Lîwa Ehmed El-Mismarî got firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê îro di saetên sibê de erebeyek bi madeyên xwarinê barkirî li rojhilatê bajarê Mizda kir hedef. Her wiha destnîşan kir ku di encama wê de 5 sivîl hatin kuştin.

Li Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a Tirkiyê komkujiyek pêk anî
28 nîsan, 2020   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîwa Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê wiha got: "Sûcekî nû ji sûcên ku Recep Tayyîb Erdogan li dijî gelê Lîbyayê û ereban pêk tîne. Îro di saetên sibê de firokeyeyên bêpîlot ên dewleta Tirk komkujiyek pêk anî. Di encama wê de herî kêm 5 welatî hatin kuştin."

El-Mismarî piştrast kir ku ji ber firokeyê nikaribû li eniyên şer êriş bike, ji ber wê jî kamyonên ku barê wan madeyên xwarinê bûn û deverên din ên dûrî enî, bajarok  û gundewarên ewle bombebaran kirin û ya herî dawî jî ku îro di saetên sibê de cihê xwedîkirina mêşên hinguv li herêma Nisma ya başûr rojhilatê bajarê Mizda bombeberan kir.

(bx)