Li Tirkiyê heta niha 2900 kes ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 95 kesên din ji ber Koronavîursê mirin. Hejmara kesên ji ber vîrusê mirine derket 2 hezar û 900.

Li Tirkiyê heta niha 2900 kes ji ber Koronayê mirin
27 nîsan, 2020   17:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya dawî ya der barê daneyên vîrûsa coronayê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kir. Li gorî tabloya Koca, di 24 saetên dawî de 95 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û îro di 2 hezar û 131 kesî de jî vîrus hatiye tespîtkirin.

Bi van daneyan hejmara kesên heya niha ji ber şewba koronayê mirine bû 2 hezar û 900 û hejmara kesên vîrusê di wan de tespît bûye jî bûye 112 hezar û 261.