Rêber Ocalan banga yekîtiyê kir

Rêber Abdullah Ocalan ê di telefonê bi malbata xwe re axivî, banga yekîtiyê kir.

Rêber Ocalan banga yekîtiyê kir
27 nîsan, 2020   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku muwekilên wan Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ne, bi telefonê bi malbatên xwe re axivî.

Rêber  Abdullah Ocalan ê di axaftina li gel malbatê pêk anî de, banga yekîtiyê kir.

Buroya Hiqûqê daxuyanî da û wiha got: "Malbatên muwekilê me yê li Girava Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysi Aktaş îro (27.04.2020) li cihên xwe bi rêya dozgeran bi muwekilên me re bi telefonê hevdîtin kirine."

Malbatên ku bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku rewşa tenduristiya wan baş e.

Birayê Omer Hayrî Konar Elî Konar diyar kir ku hevdîtinek kurt li gel birayê xwe kiriye, destnîşan kir ku xwişka wî jî li gel Konar axiviye. Têkildarî hevdîtina kirî birayê Konar ev got: “Tenê pirsa bê ka malbat çawaye çi dikin, kir. Anî ziman ku rewşa wan baş e.” Konar destnîşan kir ku ji ber şewbê bi fikarin û got: “ Anî ziman ku hevdîtinên li gel girtiyên din dihate kirin, nehatine kirin. Ew jî ji bo tenduristiya wan baş be dikin.” Konar diyar kir ku ji roja ku birine Îmralî û vir ve hevdîtinek û bi rêya telefonê carekî hevdîtin pêk anîne.

Malbata Hayrî Yildirim jî di hevdîtina bi qasî 20 deqeyî dom kir de diyar kirin ku rewşa wan a tenduristî baş e. Agahî da ku wê malbat dubare bikarin bi rêya telefonê hevdîtinê bikin.

OCALAN BANGA YEKÎTIYÊ KIR

Mehmet Ocalan ê bi Ocalan re hevdîtin kir got: “Duh ji bo me gotin sibe saet 13:00’an werin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê. Em jî li ser vê îro çûn wir, bi rêya telefonê em axivîn. Carekî telefon qût bû. Piştre dîsa em axivîn. Hevdîtina me ya li ser telefonê bi qasî 20-25 deqe dom kir. Anî ziman ku tenduristiya wî baş e. Got, niha nexweşî li vir tine, lê dibe pêşerojê derkeve. Piranî li ser başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Banga yekîtiyê kir.