Hêzên Ewlekariyê li Kobanê dizek girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê dizek girt.

Hêzên Ewlekariyê li Kobanê dizek girt
27 nîsan, 2020   15:59
NAVENDA NÛÇEAYN

Buroya têkoşîna li dijî sûcên rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Kobanê dizek girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku buroyê li ser agahiyên xwediyê malê û piştî çavdêrî û şopandina diziyê bi rêya kamereyên çavdêriyê diz girt.

Li gorî daxuyaniyê li gel wî, 2 çekên klaşînkov  û 600 hezar lîreyên Sûrî hatin dîtin.

Buroya têkoşînê ya li dijî sûcên rêxistinkirî diz sewqî komîteya Îdîa û lêpirînê kir..