SOHR: Dronek nueqeyên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Hemayê kir hedef

SOHR, ragihand ku dronek nuqteyên çeteyên Cebhet Weteniya  Liltehrîr ya girêdayî Tirkiyê yên li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê kir hedef.

SOHR: Dronek nueqeyên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Hemayê kir hedef
27 nîsan, 2020   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dronek çeteyên Cebhet Weteniya Liltehrîr a ku desteka xwe ji Tirkiyê digire li eniya Ziyara ya Deşta Xabê ya gundewarê barkurê rojavayê Hemayê kir hedef.

SOHR, agahî neda bê ka dron ayikê kê ye.

Beriya çend rojan dronan maşîneyek çeteyên Cebhet El-Nusra li eniya Enkawî yê Deşta Xabî kiribû hedef. Di encamê dê bi kêmanî 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.