Koalîsyonê xweseriya başûrê Yemenê red kir û banga pêkanîna hevpeymana Riyadê kir

Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths bal kişand ser girîngiya pêkanîna hevpeymana Riyadê û piştî koalîsyonê xwesereriya başûrê welêt red kir, nerehetiya xwe der barê geşedanên dawîn ên li başûrê welêt de aşkera kir.

Koalîsyonê xweseriya başûrê Yemenê red kir û banga pêkanîna hevpeymana Riyadê kir
27 nîsan, 2020   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Yemenê Martin Griffiths bi daxuyaniyekê nerehetiya xwe der barê biryara 25’ê Nîsanê ya ragihandina Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê ji xweseriyê re anî ziman.

Daxuyaniyê piştrast kir ku guhartin û veguhartinên di demên dawîn de cihê mixabiniyê ye, nexasim ku bajarê Edenê û herêmên din ên başûr hîn jî bi xetereya Koronavîrusê (Covid-19) re rû bi rû ne. Di vê derbarê de bang li tevahiya aliyan kir ku hevkar bin û wiha pê de çû: "Divê çalakgerên siyasî li gorî mebesta xwe hevkar bin û berjewendiyên Yemenê ji bo xwe bikin karekî sereke û biryarên derxistina nakokiyan nedin."

Meclisa Demkî ya Başûrê Yemenê duh ji bo başûrê welat  xweserî ragihand û hikumeta Yemenê tawanbar kir ku di erkdariya xwe de bi bin ketiye.

Têkildarî vê yekê vê sibê careke din Koalîsyona Erebî ya ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike, piştevaniya xwe ji rewabûna Yemenê re nîşan da, her wiha pêkanîna hevpeymana Riyadê îsbata kiryarên li paytexta demkî Edenê dike da ku li dijî rêxistinên terorîstane û nakokiyên aborî û zimhêrê bisekine.

Koalîsyonê ragihandina Meclisa Demkî ya xweseriyê ya li başûrê Yemenê red kir, her wiha bang li koalîsyona leşkerî kir ku liv û tevgera li Yemenê rawestîne.

(eh)