Di navbera komên hikumeta Wîfaq de şer derket

Îro li Terablusê di saetên sibê de di navbera komên alîgirên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de şer derket.

Di navbera komên hikumeta Wîfaq de şer derket
26 nîsan, 2020   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî aloziya di nava koma bi navê "Siwar Terablus" de, parçebûn di nava komên alîgirên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê de nakokî zêde dibin. Li herêma Zawiye El-Dehmanî ya paytext Terablusê îro di saetên sibê de di navbera fesîle û komên din de jî şer derket.

El-Erebiye Net li ser zimanê çavkaniyên herêmî ragihand ku şer di navbera koma Qiwet El-Redî û koma Siwar Terablusê de derket û dengê teqîn û çekên giran ji herêmê hat.

Li gorî çavkaniyan, şer ji ber hemleya girtinê ya nû ji aliyê Qiwet El-Ridî ve li dijî endamên girêdayî  koma Siwar Terablus ku beriya du rojan du fermandarên wê (Edhem Nasofî û Hanî Misbah) girtibûn, derket. Girtina wan bi fermana wezîrê karên derve Fethî Başaxa pêk hat û ji ber wê jî tevlihevî di nava milîsên Terablusê de derket. Milîsan ji ber vê yekê gefên paşdexistinê ji eniyên şer xwarin.

Koma Siwar Terablus gef xwar ku heke her du fermandar serbest neyên berdan dê ji eniyên şer vekişe.

Di navbera hêzên artêşê û hêzên girêdayî hikumeta Wîfaq de şer didome. Li herêma El-Qebayîliye ya Eyn Zara ji her du aliyan kuştî hene. Her wiha li herêma Rabiş Ebû Selîm û herêma El-Hedebe ya nêzî Goristana Hisên şerên dijwar rû didin. Li herêma El-Siwanî ya nêzî herêma El-Remla ya derdora balafirgeha Terablusê jî şer derket û dengê teqînan li Terablusê hat bihîstin.

Artêşa Lîbyayê soza bersivdayîna topbarana hikumeta Wîfaq li ser bajarê Terhûne da û di heman demê de tekez kir ku wan balafireke keşfê ya dewleta Tirk li herêma Benî Welîl xistiye xwarê. Çavkaniyên girêdayî hêzên artêşê piştrast kir ku balafireke kefşê kamyoneke bar a madeyên xwarinê li Benî Welîd kir hedef.

(bx)