HPG: Li Heftenînê kontrayek hatiye kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyeke li Heftenînê de kontrayek hatiye kuştin û kepçeyek jî hatiye rûxandin. HPG’ê nasnameya gerîlayê li Serhedê şehîd bûbû eşkere kir

HPG: Li Heftenînê kontrayek hatiye kuştin
25 nîsan, 2020   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya ku li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike de 23’yê Nîsanê saet 15:40’î hêzên em li dijî artêşa TC a li devera dikeve navbera Deriyê Dawetiya û devera Şehîd Şêxmûs çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de kepçeyeke ya dagirkeran hate rûxandin, kontrayek hate kuştin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi sax û silametî gihiştin navendên xwe.”

LI SERHEDÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

“21’ê Cotmeha 2019’an hevrêyê me Erîş (Mûsa Firat Guven) ê dema li Eyaleta Serhedê li ser erka xwe bû ji ber sermayê şehîd bûye. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Erîş Avent Pasîn

Nav û PAşnav: Mûsa Firat Guven

Cihê Jidayibûnê: Erzirom

Navê Dayikê- Bav: Nûrcan – Şanver

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhed- 21’ê Cotmeha 2019

Hevrê Erîş di sala 1994’an de li Erziromê di nava malbateke welatparêz de tê dinê û her demê ji bo bi hestê azadiyê jiyaye û ji bo xeyalên xwe pêk bîne, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Ji kêliya ku hevrê Erîş tevlî refên gerîla bûye û vir ve xwe perwerde kiriye, bûye milîtanekî pêşeng ê felsefeya Rêber Apo. Hevrê Erîş got: “Ez dixwazim li cihê yekem ku min derb xwariye, ango li cihê xwestin bi asîmlasyon û min ji rasiyê dûr bixin, dixwazim li dijî dagirkeran şer bikim.” xwe pêş xistiye, li herêma Serhedê li dijî dijmin têkoşîn kiriye. Hevrê Erîş li her qadên ku têkoşîn lê kiriye, erkên ketiye li ser milan bi serketî bi cih aniye, bûye hevrêyek mînak, fedekar û fedayî.

Di serî de sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê bi nirx û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin, soz didin ku em ê xeyalên hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”