Partiyên kurdî: Em bang li birayên xwe yên li Başûr dikin nekevin xefika dewleta Tirk

Partî û blokên siyasî yên Kurd ên li kantona Şehbayê bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk û guh bidin bangên gelê Kurd ên çareserkirina nakokiyên hundirîn û parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê.

Partiyên kurdî: Em bang li birayên xwe yên li Başûr dikin nekevin xefika dewleta Tirk
25 nîsan, 2020   12:16
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin, her wiha hêzên PDK’ê di dorpêçkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi kar bîne. Têkildarî mijarê partî û blokên siyasî yên Kurd li kantona Şehbayê bi rêya banga li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ya daxuyaniyek da.

Daxuyanî li qada Kampa Berxwedan hat dayîn û Îlham Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Divê Başûrê Kurdistanê nekeve xefika dewleta Tirk, divê tevahî alî yekitî, hevgirtinê pêk bînin û banga ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bibersivînin.

Di demekê de ku tevahiya cîhanê bi pandemiya Koronavîrusê re mijûl e, li gel banga NY’yê ya agirbesta li tevahî herêmên li cîhanê yên binakok ji bo parastina mirovahiyê ji vê pandemiyê, li herêma Kurdistanê û ji ber berdewamkirina siyasetên xwe yên dijminatî li beramber gelên herêmê, dewleta Tirk sivîlên li kampa Mexmûrê, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike, da ku bi wê re jî hegamonyaya xwe li herêma Kurdistanê bi avakirina gelek baregehên leşkerî û îstixbaratî bisepîne.

Dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi taybet çiyayên Qendîlê dike. Ji ber ku acîz e vê yekê bi tena xwe bike, hewl dide hêzên PDK’ê û YNK’ê beşdarî van êrişan bike, mîna çawa berê kiriye, her wiha bicihbûna hêzên PDK’ê li Zînî Wertê dikeve xizmeta van amadekariyên dijberî gelê Kurd û HPG’ê.”

Partî û blokên siyasî yên li Şehbayê bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku bi lîstokên dewleta Tirk neyên xapandin, girîngiyê bidin diyalogan, li bangên gelên Kurd ên çareseriya nakokiyên hundirîn û yekrêziya kurdî guhdar bikin, dûrî şerê navxweyî bin, parastina destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikin, li gel vê yekê ji bo berjewendiyên Erdogan ên Osmanî û partiya wî AKP`ê gelên herêmê ber bi şerekî nû ve nebin û wiha hate diyarkirin: “Gelê Kurd li hemû parçeyan çarenûsa wan yek e, heke dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) têk bibe, bila her kes bizane ku dê piştî wê partiyên li Başûrê Kurdistanê bên hedefgirtin. Li ser vî esasî û ji ber vê pêngava dîrokî ku berê herêmê ji nû diyar dike, em banga yekitiyê dikin, divê banga KNK`ê û QSD`ê ya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bibersivînin û berjewendiyên gelên me yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin."

Daxuyanî bi sloganên "Bijî yekitiya gelê Kurd" bi dawî bû.

(fr-eh)

ANHA