Li derdora Zînî Wertê liv û tevger didome

Li herêma Zînî Wertê ku di rojên dawîn de rojeva sereke ya Kurdistanê ye, bêdendiyek serwer e lê hate zanîn ku PDK’ê hêzên xwe veguhastina Çoman û Qesrê yên nêzî herêma Zînî Wertê.

Li derdora Zînî Wertê liv û tevger didome
25 nîsan, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya li Zînî Wertê ku dikeve navbera çiyayên Karox û Qendîlê, didome. Piştî ku PDK’ê di 18’ê Adarê de hêzên xwe şandin Zînî Wertê, di nava hêzên siyasî, rêxistinên civakî û gelê Kurdistanê de bû sedema nerazîbûnên mezin. Hemû alî û derdoran bal kişand ser metirsiya şerê di navbera hêzên Kurd de û xwest PDK hêzên xwe paşve bikişîne.

PDK’ê liser nerazîbûnan daxuyaniyek da û îdia kir ku ew hêz girêdayî wan nîn in, girêdayî Wezareta Pêşmergeyan in. Di 15’ê Nîsanê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Zînî Wertê bombebaran kir û 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn.

Piştî bombebaranê, KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku 3 gerîla ji bo hevdîtinê çûbûn noqteya hêzên PDK’ê û ji wan re gotibûn hebûna wan li wir baş nîn e, lê piştî vegerê balafiran ew bombebaran kirine. KCK’ê bal kişand ser ku hersê gerîla li ser îxbara ku ji nava nuqteya PDK’ê hatiye dayîn, bûne hedefa bombeyan. Têkildarî mijarê li tevahiya Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê nerazîbûn hatin nîşandan. Saziyên sivîl, hunermend, siyasetmedar û rojnamevanan bi belavokan banga vekişîna hêzê li PDK’ê kir û daxwaza diyalogê kir.

Nûçegihanên ajansa Rojnewsê rewşa dawî ya li Zînî Wertê û liv û tevgera li herêmê şopandin.

Di dîmenên nû hatine kişandin de tê dîtin ku li Zînî Wertê piranî wesayîtên sivîl tên bikaranîn. Li cihê baregehên PDK û YNK’ê bêdengiyek serwer be jî, li derdorê liv û tevgereke zêde heye.

Li gorî zanyariyên ku nûçegihanan ji herêmê wergirtine, li herêmên derdora Zînî Wertê jî liv û tevger heye. Li gorî van zanyariyan PDK’ê hêzeke pêşmergeyan li gel Benzînxaneya Pira Hafiz, Rêya Giştî ya Hamilton, mefreqa di navbera Wertê û Çomanê de, li baskê PDK’ê yê Çomanê, li girê Xanol li Qesrê, li Mefreqa Dergele ya ser bi rêya bajaroka Wertê bi cih kiriye.

Çavkaniyan ragihand ku hejmara pêşmergeyên hatine herêmê ji 400 kesî derbas dike û piranî jî ji Lîwaya 8’an a Helgurt û Sipîlka ne.