Şehîd Eymen Elî Şêx li Reqayê hat oxirkirin

Îro hejmareke ji şêniyên bajarê Reqayê cenazeyê şervanê QSD`ê Eymen Elî Şêx li Goristana Şehîdan a Reqayê oxir kir.

Şehîd Eymen Elî Şêx li Reqayê hat oxirkirin
25 nîsan, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ferz kir, ji ber vê yekê di oxirkirina şehîd Eymen Elî Şêx de tenê malbat û xizmên şehîd beşdar bûn û toreneke leşkerî hate lidarxsitin.

Malbata şehîd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîdan a li mezreya hikumetê ya Bakurê Reqayê kom bûn û cenazeya şehîd oxir kir.

Şehîd Eymen Elî Şêx beriya du rojan li taxên bajarokê Eyn Îsayê beşdarî nava Berxwedana Rûmetê bûbû û di encamê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA