​​​​​​​Agirbesta li Yemenê heta mehekê hat dirêjkirin

Fermandariya Koalîsyonê ya ku piştgiriya rawebûna Yemenê dike ragihand ku dê agirbesta li welêt ji pêncşemê de heta meheke din hat dirêjkirin. Ev yek li ser daxwaza şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths pêk hat.

​​​​​​​Agirbesta li Yemenê heta mehekê hat dirêjkirin
25 nîsan, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê hêzên piştgiriya rawebûnê ya Yemenê serheng Tirkî El-Malikî diyar kir ku fermandariya hêzên hevbeş ên koalîsyonê agirbest dirêj kiriye. Ev yek li gorî briyara 8`ê Nîsanê ya agirbesta du hefteyan, her wiha li ser daxwaza serkertêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Yemenê Martin Griffiths a ragihandina agirbestê ji bo pêşketina dan û standinên her du aliyan der barê agirbesteke daîm de, pêk hat.

El-Malikî wiha got: "Her wiha lihevkirin li ser tedbîrên mirovî û aborî yên sereke û dewamkirina çalakiya siyasî û kêmkirina azarên gelê Yemenê, ji bo karên û xebatên pêşîgirtina belavbûna Koronavîrusê bi hatina meha Remezanê re, pêk hatin. Li gorî wê dê agirbest ji roja pêncşemê de (23`yê Nîsanê) bikeve miryetê û heta mehekê dewam bike".

El-Malikî bi domdarî got: "Fermandariya hêzên hevbeş ên Koalîsyonê, careke din piştrast dike ku derfet heye ku em xebatên gihiştina agirbesteke giştî û daîm li Yemenê bikin yek û li ser gavên cidî û berbiçav ji bo kêmkirina azarên gelê Yemenê, li hev bikin".

El-Malikî wiha pê de çû: "Em û NY`yê dê piştgiriya van gavên sereke bikin da ku bigihînin çareseriyeke siyasî ya giştî û adil ku gelê Yemenê jê razî be".

Koalîsyona piştgiriya rawebûnê ya Yemenê hefteya borî gotibû ku milîsên Hûsî hezar û 96 caran agirbesta li welêt binpê kirine û diyar kiribû ku di binpêkirinan de çalakiyên leşkerî yên dijminatî û bikaranîna çekên navîn, giran û moşekên Balîstîk, pêk hatiye.

)cx)