Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar

Girê di navbera gundên Abra û Alaqos ên navçeya Çilaxa de, bi kedeke hevbeş a şêniyan û Şaredariya Gel a gundê Abra veguherî daristaneke berhemdar.

Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
Li Çilaxa girekî bûr veguherî daristaneke berhemdar
25 nîsan, 2020   07:44
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH-KELSÛME ELÎ

Li aliyê bakurê gundê Abra yê navçeya Çilaxa girekî (kaş) zinarî  û bûr hebû. Rûbera wê 30 donim û bilindahiya hinek zinarên wê 2 metre ye.

Gir di navbera gundên Abra û Alaqos de li bakurê navçeya Çilaxa ya herêma Dêrikê ye. Şêniyên gundê Abra projeya çandina gir bi daran pêşkêş kir da ku di pêşerojê de ji şêniyan re bibe seyrangeh.

Şaredariya Gel a Abra destek da fikrê şêniyan û proje rakir Desteya Şaredariyan a kantona Qamişlo. Desteyê jî proje erê kir û rave kir ku amade ye projeyê finans bike.

Piştî erêkirina Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo, Şaredariya Gel a Abrayê dest bi projeyê kir û gir wek parêzgeheke çandinî ragihand. Di 4`ê Nîsana 2018`an de dar hatin çandin. Niha derdora hezar û 400 darên berhemdar û daristanî di parêzgehê de hene. Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê şitilên daran pêşkêş kirin. Bi vê yekê gir veguherî parêzgehekê û çêrandin tê de hate qedexekirin.

Di parêzgehê de darên sewlî, merx, hejîr, hinar û tû hene.

Bi armanca parastina daran, şaredariyê 4 kes erkdar kirin. Da ku daran av bidin, derman û semad lê bireşînin. Her wiha endezyarên çandiniyê serdana parêzgehê dikin û rewşa daran dişopînin.

Di destpêka çandina daran de, bi rêya sahrîcên girêdayî şaredariyê dihatin avdan. Lê lêçûna avdana daran bi rêya sahrîcan gelekî buha bû û kedek mezin dixwest. Ji ber wê di destpêka 2020`an de Şaredariya Gel a Abrayê biryar da ku bîrekê di parêzgehê de bikole û bi rêya toreya çipik-çipik daran av bide.

Hevseroka Şaredariya Gel a Abrayê Emîne Yunis got: “Desteya Şaredariyan a kantona Qamişlo 2 milyon û 50 hezar lîreyên Sûriyê ji bo kolandina bîrê di parêzgehê de pêşkêş kirin. Armanc ji çandina daran di parêzgehê de parastina xweşikbûna gir û da ku di pêşerojê de ji şêniyan re bibe seyrangeh."

Her wiha Emîne Yunis spasiya aliyên têkildar ên kantona Qamişlo kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VsUYWx2rtH8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>