Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin

Efrîniyên ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, qedexeya derketina derve wekî derfet dîtine û di hewşên malên xwe de şitlan datînin.

Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
Pêwîstiyên malbatê di bexçeyên malan de diçînin
25 nîsan, 2020   07:11
ŞEHBA – LÎNDA ŞÊX

Ji 23’ê Adarê ve li herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyê, ji ber pêşîlêgirina pandemiya Koronayê qexeya derketina derve hatiye ferzkirin. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê ji qedexeyê sûd girtin, di hewşên malên xwe de zebzeyan diçînin. Bi vê yekê şênî rêgeza xwe têrkirinê pêk tînin.

Şênî di hewşan de zebezeyên mîna fûl, îsot, bacan, bamiya, xes, sîr û hwd..diçînin.

Şêniya Zelûx Weqas li gundê Babnis ê navçeya Ehdas dimîne got: "Ji destpêka qedexeya derketina derve ve me sûdê ji vê derfetê girt, di malên xwe de şitlan datînin. Bi bîrên nêzê malên me an bi ava ku em dikirin av didin. Her wiha em semad dikin da ku berhemekî baş bide."

Şêniya bi navê Kefyet Mihemed a ji navçeya Racoyê jî anî ziman ku ew gelek cûre zebze di hewşa mala xwe de çandine, mîna sîr, pîvaz, xes, fûl û reşad. Kefyet got: “Çandiniya di hewşê de pêwîstiyê malbatê bi cih tîne, nemaze ku li gel qedexeya derketina derve û buhabûna madeyan di bazaran de.”

ANHA