Şêx Kalo: Nimêja terawîh di mal de dibe û ne şert e bi komî bê kirin

Melayê mizgefta Xêr a bajarê Minbicê Şêx Ebdulrezaq Kalo, got: “Pabendiya bi qedexeya derketina derve ji tevahî mislimanên cîhanê tê xwestin. Nimêja terawîha di mal de dibe, nimêja bi komî ne şert e.”

Şêx Kalo: Nimêja terawîh di mal de dibe û ne şert e bi komî bê kirin
25 nîsan, 2020   05:55
MINBIC

Melayê mizgefta Xêr a bajarê Minbicê Şêx Ebdulrezaq Kalo li ser mijara pandemiya Koronavîrusê, di meha Remezanê de nimêja terawîha axivî. Şêx Kalo anî ziman ku bijîşkên pispor kedeke mezin didin, zanyarên olî ji ola Îslamê mînak girtin û dîtin ku qedexeya derketina derve pêwîst e. Hemû oldarên cîhanê, Şam û Ezhrê ev yek pejirandin.

Şêx Ebdulrezaq Kalo destnîşan kir ku hemû oldarên misliman li hev kirine ku divê pêkanîna qedexeya derketina derve mijarek girîng û pêwîstiyek be. Kalo got, fewaya şerîetê ye û got: "Yên ku li gorî vê biryarê tevnegerin wê demê ji rêxistinbûyîna şerîeta olî ku ereke derdikeve."

Şêx Kalo di berdewama axaftina xwe de îşaret bi girîngiya xweparastinê kir û diyar kir ku di şerîeta îslamê de behsa xweparastinê tê girtin, civak emanetek di sûtiyê  hemûyan de, di xweparastinê de xilasî ye.

Şêx Ebdulrezaq Kalo spasiya saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li ser pêkanîna qexedeya derketina derve disekinin û civakê diparêzin kir.

Şêx Ebdulrezaq Kalo der barê meha Remezanê de got:"Meha Remezanê meha bexşandin, dilovanî û bextewariyê ye" û  hêvî kir bibe meha rehet û dawiya krîza Koronayê ya li cîhanê bûye bela.”

Şêx Kalo bang li bazirgan û kesên rewşa wan a madî baş e kir ku di meha Remezanê û qedexeya derketina derve de alîkariya muhtacan bikin.

Derbarê nimêja Înê û ya bi komî de, Şêx Ebdulrezaq Kalo wiha got: “Nimêja Înê û nimêja bi hev re berdewam e, heta qedexeya derketina derve bi dawî bibe. Em li benda fetweyekê ji aliyê oldarên musliman ve ne ku derfet çêbû û xeteriya vîrusa Koronayê bi dawî bibe. Eger fetwe hate derxistin û wê destura nimêja komî were dayîn. Divê baldarî û tedbîr hebin.”

Şêx Ebdulrezaq Kalo anî ziman ku nimêja terawîh yek ji îbadetên taybet ên meha Remezanê ye, ev nimêj di mal de jî dibe û nimêja bi komî ne şert e. Ji ber ku bi awayekî ferdî jî dibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0K7M1Ntz1cU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>